Li Hewlêr û Koye çalakiya xwendevanan didome 2021-11-01 13:06:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwedevanên Dibistana Amadeyî xilaskirin dijî encamên zanîngehê, li Koye û Hewlêr carek din daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike.   Bi rojane li Herêma Federal a Kurdistanê xwedevanên Dibistana Amadeyî xilaskirin li dijî encamên zanîngehê û negirtina zanîngeh û peymangehan li qadanin. Li ser mijarê duh Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek de got, xwendevanên ku navên wan ji bo zanîngeh û peymangehan nehatine wê navên wan werin û ji bo zanîngeh û peymangehan werin girtin.   Lê vê daxuyaniya wezîr nekarî pêşî li nerazîbûnên xwendevanan bigre, îro carek din xwendevan li Hewlêrê li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind kombûn û daxwazên xwe anîn ziman.   Her wiha li navaçeya Koye ya ser bi Hewlêrê jî çalakiya xwendevanan di roja şeşem de berdewame. Xwendevan dibêjin heta aliyên peywendîdar bersivek guncaw nedin û di pratîkê de van sozên didin pêkneyînin, ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.