Bêrîvan Îsmaîl: Xiyaneta PDK'ê nayê qebûlkirin 2021-11-01 12:58:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku PDK'ê ji bo berjewendiyan şerê Gelê Kurd dike û got: "Em bang li PDK'ê dikin ku dev ji berjewendiyên partiyetî berde û ji bo Gelê Kurd bixebite. Her wiha pêwîste kurd jî li dijî siyaseta PDK'ê serî hildin."   Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federal a Kurdistana ku di 23'yê Nîsanê de dabû destpêkirin dewam dike. Hat ragihandin ku 548 kesan li herêmê ji ber çekên kîmyewî bi gilî û gazinên cuda li nexweşxaneyan hatine razandin û gelek endamên HPG’ê û YJA STAR'ê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang li saziyên navneteweyî hatibû kirin û hatibû xwestin ku li herêmê lêkolîn werin kirin, lê heta niha ti hewldan nehatiye kirin. Derbarê helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî.   Bêrîvan Îsmaîl, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Dewleta Tirk êrişan li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Bi van êrişan dixwaze hêzên kurdî yên li Başûr tune bike. Em dibînin ku çawa li Başûr digere wek herêmeke bê sînor û her tiştê ku dixwaze tê de dike. Helwesta PDK'ê gelekî zelal bûye, ev yek di siyaseta wê de diyar dibe ku dixwaze Gelê Kurd ji holê rake. Ev ne xiyaneta PDK'ê ya yekemîn e, di sala 2014'an de PDK'ê li Şengalê xiyanet li êzidiyan kir dema ku çeteyên DAIŞ şêniyên wê kuştin, revandin û dan koçberkirin."   Bêrîvan destnîşan kir ku PDK'ê ji bo berjewendiya dewleta Tirk a ku li Herêma Federal a Kurdistan û Rojava şerê Gelê Kurd dike, dixebite û wiha bi lêv kir: "Em bang li PDK'ê dikin ku dev ji berjewendiyên partiyetî berde û ji bo Gelê Kurd bixebite. Her wiha pêwîste kurd jî li dijî siyaseta PDK'ê serî hildin. Çawa ku PDK'ê di sala 2014'an de Şengal firot, wê we jî bifiroşe."   Bêrîvan, diyar kir ku li hemberî kurd komployeke navneteweyî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gerîla heya niha tu bersiv nedaye PDK'ê. Komployeke navneteweyî li dijî Gelê Kurd heye, îsbata vê yekê bêdengiya Rûsya û bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava ye. Divê helwesta Gelê Kurd li hemberî kesên ku dixwazin li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat xiyanetê li kurdan bikin zelal be û li hemberî wê bisekinin. Divê dayikên çeteyên Roj zarokên xwe vegerînin da ku xiyaneta li Gelê Kurd raweste, ji ber ku Mesûd Barzanî wan ji bo şerê li hemberî gerîla bikar tîne."