Tecawizî zaroka întixar li ser hat fezkirin, kirin 2021-11-01 11:04:57     COLEMÊRG - Hat hînbûn zaroka ku întixar li ser hat ferzkirin ji aliyê bav û xalê xwe ve bi tecawizê rû bi rû maye.    Li navenda Colemêrgê di 30'ê Cotmehê de întixar li ser zarokekê hat ferzkirin. Bi alîkariya kesên di ser rê derbas dibûn zarok li maşîneya serwîsê hat siwarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Li beşa lezgîn qeyda zarokê wekî "ketina sivik" hat çêkirin lê belê piştî rewşa zarokê giran bû ew rakirin bajarekî din.    Zaroka berî bê sewqkirin di îfadeya xwe de da zanîn ku  bav û xalê wê tecawizî wê kirin û wê jî hew îdare kiriye û xwestiye xwe întixar bike.    Piştî îfadeya do 3 kes di serê sibehê de hatin binçavkirin. Bersûcên ên birin Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê piştre sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bavê zarokê A.O. û B.O. bi sûcên "Îstismara zayendî","Ferzkirina întixarê" hatin girtin û ew birin Girtîgeha Colemêrgê.    Bersûcê din ê xalê zarokê V.O. jî bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan.