Abdullah Ocalan: Ji bo dewleta Sûriyeyê ya navendî em tu car kurdan nahelînin 2021-11-01 09:04:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku tespîta ‘Kobanê hem encama destpêka şer hem jî encama wê nîşan dide’ kir û bandora berxwedana Kobanê ya li ser Tirkiyeyê wiha vegot: “Ger li Kobanê, Şengalê ev berxwedan nebûna wê dor bihata Tirkiyeyê, lê derdê AKP’ê ne Tirkiye ye, rant e. Ji bo dewleta Sûriyeyê ya navendî em tu car kurdan nahelînin, ev xeta me ya sor e.”   Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de bi çekên giran êrîşî Kobanê kirin û bi berxwedana gel re hat rû hev. Di ser de 7 sal der bas bûn. Gelê Kobanê berxwedana xwe li cîhanê da îlankirin û bi banga rewşenbîrên xelata Nobelê, akademîsyen, hunermend û siyasetmedaran di 2018’an de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Bi vê wesîleyê her sal li ser bexwedan û serkeftina Kobanê tê sekinandin.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hîmê îdeolojîk ya avakirina Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2011’an de li Kobanê da destpêkirin, der barê Sûriye û Rojava de nrixandinên girîng kiribû.   Pêşniyara ‘konfederalîzma demokratîk’   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê Çileyê 2007’an a bi parêzeran re diyar kiribû ku nêrînên xwe ji bo Rojhilata Navîn, hemû mirovahî û kurdan tîne ziman û modela ji bo Sûrieyeyê aşkera kiribû: “Pêşniyara min ev e ku li Sûriye, Iraq, Îran û li ser axa kurd lê dijîn konfederalîzma demokratîk pêk bê. Yên Tirkiyeyê konfederalîzmê şaş fêm dikin. Hema dibêjin qey em behsa dewletekê dikin. Lê min bi dehan carî got, dewletek ne mijara gotinê ye. Xweseriyek demokratîk e. Lingê vê yê herêmî jî heye, li herêmê parlamentoya herêmî. Gelek mînakên vê hene.  Sînorên mîsakî mîlî ya sala 1920’an tenê ne Musul-Kerkuk, ji bakurê Helebê jî derbas dibe, herêmên kurdan digire nav xwe. Ez nabêjim bila ev ax bên girtin, bila tevlî sînor bê kirin. Gotina Mustafa Kemal a di 1920’î de got ‘muhtariyek’ tişta îro em dibêjin. Ger rêzdariya wan hinek li hember Mustafa Kemal hebe wê vê pêk bînin. An jî wê wek Iraqê be. Ez bang li kesên dibêjin em Mustafa Kemalî ne, bi taybet bang li serbazan dikim. Gelo hûn dibînin ku hemû gel ber bi karasetê ve diçin. Em nikarin bertekên dînamîkên derve esas bigirin û tev bigerin.”   2008: Demek nêz de wê li Sûriyeyê operasyonan bikin   Abdullah Ocalan di hevdîtina 2008’an de wiha dibêje: “Di demek nêz wê li Sûriyeyê operasyonan bikin. Ez nizanim kengê ye lê wê bikin.”  Abdullah Ocalan di heman salê de di 21’ê Gulanê de wiha dibêje: “Demek dirêj e dibêjim ku hêzên cuda naxwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin û serî li lîstikan didin. Ez vê ji dema Hafiz Esad ve dibêjim. Hafiz Esad jî bi dehan carî kir. Lê rewşa îro ya Sûriyeyê li holê ye. DYA 20 sal in Tirkiyeyê bi vî awayî mijûl dike. Tirkiye van lîstikan nabîne. Ev hemû lîstikên DYA’yê ne. DYA dixwaze Rojhilata Navîn bigire bin kontrola xwe. Bi Tirkiyeyê re tu car nabe dost. Bi Tirkiyeyê re bibe dost jî li hember wan bi dehan têkiliyên  wek yên Îran û Rûsyayê hene. Ev blok raste rast piştgiriyê wê bide PKK’ê. Her cureyê çekê giran wê bide. Di her şertî de wê dîsa PKK qezenc bike. Tirkiye di vê rewşê de wê dîsa winda bike. Her wiha DYA naxwaze PKK biqede. Talabanî û Barzanî jî naxwaze biqede. Hebûna wan girêdayî PKK’ê ye. Hêzên Rojhilata Navîn naxwazin PKK’ê winda bikin.”   ‘Dixwazin kurdan hepsî Başûr bikin’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 13’ê Mijdara 2009’an de vê nirxandinê dike: “Kurdên Sûriyeyê di sînorê Mîsakî Mîlî de hebûn. Ev parçe dan Fransiyan. Dîsa kurdên Iraqê di sînorên Mîsakî Mîlî de bûn. Ev parçe jî Îngîlîzan girt tevli Iraqê kirin. Li Musul û Kerkudê herêmek mezin a petrolê hebû, ji ber vê Îngîlîzan wir girtin. Bi fîzîkî wê ser kurdên Iraq û Sûriyeyê de biçûna. Heman awayî wê bi ser kurdên Tirkiyeyê de biçûna. Aqûbeta hat serê ermeniyan wê li kurdan bikirana. Mumtaz Soysal ji bo îro jî behsa Mubadeleyê kiribû. Dibêje kurdan surgunê Ewropa, Başûr bikin. Belê ermenî neçarî Ermenîstanek biçûk kirin. Rûm neçarî Yewnanîstanek biçûk kirin. Niha dixwazin kurdan hepsî Başûr bikin. Suriye kurdên li wir ji xwe dihesibîne. Suriye bi îstîxbaratê dixwaze kurdan di bin kontrolê de bigire. Kurdên wir bila dest ji têkoşînê bernedin. Bila tedbîrên xwe bigirin. Bila rêxistibûna xwe ya demokratîk pêş bixînin. Bila ji parêznameyên min fêdeyê bigirin.”   ‘Bihara gelên Rojhilata Navîn’   Abdullah Ocalan 4 meh beriya şoreşa Rojava di 4’ê Gulana 2011’an de ev nirxandin kiribû: “PKK wê li wir xurtir bibe. Tê nîqaşkirin ku Tirkiye ji ber vê ditirse. Belê rast e. Min berê gotibû bihara gelên Rojhilata Navîn. Min ev gotin di 2003’an de bi kar anîbû. Niha rojname dinivîsin dibêjin ya ‘Bihara Ereban’.  Ev ne bihara ereban e, bihara gelan e. Navenda wê Kurdistan e. Gelên Rojhilata Navîn dikarin di esasa konfederal de bên gel hev, têkiliyan pêş bixînin, xwe rêxistin bikin. Min ji vê re gotibû konfederalîzma demokratîk. Wê demê min ji kurdan re gotibû hem navbera xwe de hem bi gelên Rojhilata Navîn re xwe rêxistin bikin. Min gotin li Rojhilata Navîn yekîtiya demokratîk dikare derkeve holê, bihara gelan bê.”   ‘Di bin tehdîda qirkirinê de ne’   Abdullah Ocalan di 25’ê Gulana 2011’an de jî bal kişand ser avakirina xweseriya demokratîk û ev tişt anîbû ziman: “Bila Yekîneyên xwe yên xweser ên demokratîk li Sûriyeyê ava bikin. Ew di bin tehdîda qirkirinê de ne. Bila vê tehdîdê li ber çavan bigirin û rêxistinbûna xwe bikin.”   Di 21’ê Tîrmeha 2013’an de jî Abdullah Ocalan li ser çareseriya navbera Tirkiye û Sûriyeyê de sekinî û wiha bi lêv kir: “Çareseriya li Tirkiyeyê ya Sûriyeyê, ya Sûriyeyê jî ya Tirkiyeyê.” He rwiha di 17’ê Tebaxa heman salê e jî got kurd tenê bimînin jî  dikarin şer bikin û got kîjan rejîm hebe jî wê rêveberiyên xweser hebin, wekî din çareserî  tune ye.   Xeta Sor   Abdullah Ocalan di 9’ê Mijdara 2013’an de di hevdîtinê de gotina Erdogan ya ‘xeta sor’ tê rojevê û Abdullah Ocalan helwesta xwe datîne holê û dibêje: “Ji bo dewleta Sûriyeyê ya navendî em tu car kurdan nahelînin, ev xeta me ya sor e.”    Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de got ku ‘tifaqa dij-kurd’ bê meşandin wê şer pêk bê û wiha berdewam dike: “Min ji wan re got em li Sûriyeyê bi hev re tifaqê bikin. Davutoglu du sal bi me da windakirin. Davutoglu ew xet binpê kir. Çima dîwar tê hûnandin. We xwe şaş kiriye. Çima têl tên pêçan.  Çima mayîn tên bicihkirin. Yekane daxwaza wan kurd nebin xwedî hêz. Lê kurd li wir tunebin rejîmek faşist wê ava bibe. Ev çavsoriyek çawa ye? Min ji vê komîsyona Mîsakî Mîlî pêşniyar kiribû. Mîsakî Mîlî ji bakurê Helebê dest pê dike. Li şûna tu têlan deynî divê tu sînor rakî. Li şûna piştgiriyê dide çeteyên El Nusra çima vê nabînin.    ‘Me DAIŞ da sekinandin’   Abdullah Ocalan di 7’ê îlona 2014’an de vê nirxandinê dike: “Ger berxwedana Kobanê, Şengalê tunebûna wê dor bihata Tirkiyeyê. Lê derdê AKP’ê ne Tirkiye ye, rant e. Hedefa DAIŞ’ê gelên Rojhilata Navîn e. Me DAIŞ li Rojhilata Navîn da sekinandin. Me hêzên paralel dan sekinandin.”   ‘DAIŞ, JÎTEMA ku nasnavê wê hatiye guhertin e’   Di 1’ê cotmeha 2014’an de jî diyar dike ku têkiliya di navbera Daîreya Şerê Taybet a Tirk û DAIŞ’ê de xurt e û got: “Harp a taybet bi AKP’ê re bû pergal. Cemaat bi AKP’ê re harba taybet kir pergal. Niha hinek dibêjin li Rojava em korîdorê vekin. Aliyê din asteng dike. Hinek Kobanê dagir dikin, beşa din derî ji penaberan re vedike. Ger li Kobanê komkujî pêk bê pêvajo qediyaye. Wek salên 90’î JÎTEM di dewrê de ye. Ez ji DAIŞ’ê re dibêjim JÎTEMA nasnav guhertiye. Armanc qedandina çareseriyê ye.”   Abdullah Ocalan di 21’ê cotmeha 2014’an de dibêje Kobanê hem encama destpêka şer hem encama wê nîşan dide.   Bela serê gelan e   Di 19’ê Adara 2015’an de jî pêşniyara seferberî û avakirina yekîneyan a li dijî DAIŞ’ê pêşniyar dike û wiha bi dawî dike: “Divê li dijî van têkoşînek xurt bê meşandin. Ev belaya serê gelên Rojhilata Navîn e. DAIŞ wê bibe bela serê kesên ku piştgiriyê didê jî. Ez ji bo kesên li dijî DAIŞ’ê têkoşe silav û hurmetên xwe dişînim. Bila li Sûriyeyê Artêşeke Sûriyeyê ya Demokratîk a ji gelê Suryanî, Ereb, Kurd û hemû gelan pêk tê, bê avakirin.”