'Em biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin' 2021-10-31 16:32:24     ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê têkildarî cezayê 30 salî yê girtîgehê yê li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat birîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin."   Platforma Jinê ya Enqereyê li Yekîtiya Milkiyeyan daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek jin tevlî civînê bûn.   Endama Platformê Deniz Akbiyik di daxuyaniyê de wiha got:"Dewleta nêr ku ji xwe re kiriye armanc êrîşê bîne ser destkeftî û piştevaniya jinan di 20'ê Cotmehê de li rûniştina li Amedê 30 sal ji ber polîtîka kiriye û dev ji têkoşîna kurdan û nasnameya jinê neqeriyaye ceza daye hevala me ya têkoşînê û berdevka TJA'yê Ayşe Gokan."   'Garîbe Gezer ne bi tenê ye'   Denizê bal kişand ser Gariz Gezer û wiha domand:"Heta gerdiyanên tecawizkar, îşkencekar ên xizmeta tendirustiyê nadin hesab nedin em ê şopdarê meseleyê bin. Garîbe Gezer ne bi tenê ye. Ew ê bi tundiyê serî bi me nedin tewandin."   'Em biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin'   Denizê diyar kir em biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin û got: ''Em xweş pê dizanin yên ku ev biryar dane wê biçin, Ayşe Gokan û hemû hevalên me wê werin berdan! Em vê biryara li dijî jina kurd ku armac dike me hemûyan çavtirsandî bike, nas nakin. Em biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin. Em bi hev re li dijî zext, girtin, îşkenceya sîstematîk a dewletê, êrîşên zayendî, polîtîkayên şer, cezayên nehiqûqî bêdeng namînin, natirsin û serê xwe natewînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi çepikan bi dawî bû.