Dayikên Aştiyê: Bi rakirina tecrîdê re dê serkeftin pêk bê 2021-10-31 09:05:32     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê re şer kûr bûye gotin: "Li çiyê bi çekên kimyewî zarokên me dikujin û li bajar jî bi tiryak, fihûş û sixuriyê zarokên me dikujin. Ev tişt heta tecrîd neyê rakirin û Ocalan azad nebe dê bidome. Ji ber vê jî divê kesên bi wijdan bibin yek û serî rakin."    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, berdewam dike. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte hem serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê hem jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê ne bi erênî ne jî neyînî bersiv nayê dayîn.    Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de karîbû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bike. Abdullah Ocalan, cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. Axaftina bi telefonê ya duyemîn û ya dawî ku Ocalan, di 25’ê adara îsal de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, di nivî de hatibû birîn.    Derbarê tecrîd û encamên tecrîdê ya li ser civakê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirneşê Kiymet Acar û Geyisa Dayan ji ajansa me re axivîn.    ‘Îqtîdar ji fikr û ramanên wî ditirse’   Kiymet Acar, di destpêka axaftina xwe de tecrîta girankirî şermezar kir û got: “Li hemberê rêberê me 22 sal in tecrîdek heye û divê em destûrê nedin vê yekê. Li dijî tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin û serî rakin. Îqtîdara AKP û MHP’ê ji fikr û ramanên wî ditirse. Ji ber vê yekê jî tecrîdê giran dike. Ez di vê baweriyê de me ku heke tecrîd bi dawî bibe li welat gelek xweşî pêk bê. Bi şikandina tecrîd û azadiya wî dê îktîdara AKP’ê hilweşe."   ‘Divê em li dijî vê zilmê derkevin’   Kiymet, destnîşan kir ku bi girankirina tecrîdê re li çar aliyê Kurdistanê şer giran bûye û wiha bi lêv kir: "Hikûmet îro li her derê êrîşê li kurdan dike. Li çiyê bi çekên kîmyewî êrîşê li zarokên me dike. Li bajaran jî cuda şer dike, rê li ber fuhuş, tiryak û sîxuriyê vekiriye. Berê zarokên me didin tiştên wisa. Destdirêjiyê li zarokên me dikin. Tiştek nemaye ku neanîne serê kurdan. Ev hemû jî ji ber tecrîda girankirî diqewime. Ji bo ev tecrît bê rakirin divê Gelê Kurd û di serî de jinên kurd bibin yek û li dijî vê zilmê derkevin. Bila êdî dayik rondikan nebarînin. Kesên bi wîcdan divê dengê xwe bilind bike."   'Jin bi saya serokatiyê hebûna xwe nas kir'    Kiymet wiha bal kişand ser rol û mîsyona jinê: "Jinên kurd bi saya serok îro hebûn û mafên xwe nas dikin. Ger ku serok nebûya dê jin îro di her qadê de cih negirtiba. Jin bi saya serok di qada siyasî, aborî û şaredariyan de cih digirin û li ber xwe didin. Jin li dijî neheqî û zilmê şer dike. Tecrîda ser serok tecrîda li ser jinê ye. Divê em serokê xwe azad bikin. Serokê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê xwedîbûneke wisa jî hebe. Azadî bê serokatî pêk nayê."   ‘Îqtîdar dixwaze bi tecrîdê kurdan tune bike’   Geyisa Dayan jî bi lêv kir ku dewlet zilmek mezin li ser Gelê Kurd dide meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zilmê li me û zarokên me dikin. Zarokên me dikujin. Dewleta faşîst di her aliyê de êrîş dike. Em serokê xwe dixwazin. Em dixwazin tecrîda ser serok bê rakirin û azad bibe. Tecrîda girankirî bandorê li girtîgehan jî dike. Em heqê xwe dixwazin. Em jî kurd in û mafê me yê jiyanê jî heye. Em dixwazin serokê me azad bibe û jiyanek xweş ava bibe. Dewlet di navbera Gelê Kurd de dijminatiyê ava dike."   ‘Ji ber tenduristiya serokê xwe bi fikar in'    Geyisa, diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re kuştina jin û zarokan zêde bûye û wiha got: "Dewlet hebûna kurdan qebûl nake. Li çar aliyê Kurdistanê êrîşê li axa me dike. Ax ne axa wan e. Em jî jiyanek azad û xweş dixwazin. Em ji tenduristiya serokê xwe bi fikar in. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Wê serkeftin bibe ya Gelê Kurd.”