'Lehengên Kobanê bîranînên xwe li ser dîwaran nivîsandin' 2021-10-31 09:04:12     Nalîn Bêrîvan   KOBANÊ - Hevseroka Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Haçim têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn Kobanê bi têkoşîna xwe hat naskirin û wiha got:"Kolan bi kolan li Kobanê şerê qehremaniyê hat kirin û lehengên Kobanê bîranînên xwe li ser dîwaran nivîsandin."   Bi piştgiriya hêzên herêmî û global, DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê, bi dehezaran mirov qetil kirin û di payîza 2014’an de li Kobanê di serî de bi ya Gelê Kurd, rastî berxwedaneke mezin a gelan hat. Gelan li dijî çekên giran ên DAIŞ’ê bi kar dianîn, berxwedanek mezin dan û axa xwe parastin, bûn hêviya Rojhilata Navîn û hemû gelan. Berxwedan di heman demê de bû bersiva ‘Kobanê li ber ketinê ye’. DAIŞ têkçûna ewil li Kobanê girt û Kobanê bû navê berxwedan û piştevaniya enternasyonel. Bi berxwedan û hêviya ji Rojava belav bû, 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê hat îlankirin. Her wiha Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir.    Têkildarî mijarê Hevseroka Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Haçim ji ajansa me re axivî.   'Kobanê bi têkoşîna xwe hat naskirin'   Hêlînê di destpêka axaftina xwe de behsa berxwedan û piştgiriya cîhanê ya bi Kobanê re kir û wiha got:"Em nêzî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dibin. Gelek kes tevlî vê rojê bûn lê bila her kes bizanibe ku tu dewlet vala beşdarî vê rojê nebûn. Çimkî êdî mabû ku Kobanê bê dagirkirin, ji ber wê her kes bi tirs bû ku teror xwe li her deverê belav bike û bibe bela serê hemû cîhanê. Jixwe çeteyên DAIŞ'ê bûbûn belaya serê cîhanê lê xwestin vê belayê bi ser me de bînin. Beriya niha bi 7 salan şerekî dijwar li Kobanê hat kirin. DAIŞ ji Iraqê ber bi Kobanê ve hat û şerê tunekirina kurdan kirin. Li beramberî wan şervanan şerê qehremaniyê dan meşandin. Eger em bibêjin ku Kobanê bi bin keta wê teror li tevahî cîhanê belav biba û wek Musilê li her kesî bikira. Kesê ku Kobanê nas nekirin bi qehremaniya wê nas kirin, bi têkoşînê hat naskirin, heya em dikarin bibêjin ku kesên biyanî jî tevlî bexwedana Kobanê bûn. Berxwedana QSD'ê û warê Arîn û Rêvana hişt ku dengê qirîna Kobanê bigihêje lûtkeya herî jor. Di 134 rojan de şer û pevçûn li Kobanê dihat kirin, bi wan derfetên kêm li beramberî wan tanq û topan tu carî moralê şervanan nediket, her şehîdek ji wan re dibû hêz, her tilîliyeke şervanan dibû cihê baweriyê. Lê divê her rojên me bibe Roja Kobanê ya Cîhanê, ne tenê rojek û derbas bibe."    'Lehengên Kobanê bîranînên xwe li ser dîwaran nivîsandin'   Hêlînê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku beriya şer û piştî şer jî her gef li Rêveberiya Xweser dihat xwarin û wiha dom kir: "Dema Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin, wê demê dewleta tirk, aciz bû û nedizanî wê çi bike û çawa bibe. Ji ber ku Kobanê bi ser ket û ji ber ku gelek dewlet tevlî roja piştgiriya ji bo Kobanê bûn. Vê yekê jî hişt ku kîna dijmin li beramberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bibe. Ji ber pirojeya Rêveberiya Xweser li beramberî desthiladarî û pergala heyî rastiyê derdixe holê, lewma her û her gef li ser vê pirojeyê hebûn. Bi taybet divê em balê bikşînin ser rola jinê ya di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de. Piştî Şoreşa Rojava ev pêş ket. Kobanê bi xwe beriya şer nedihat naskirin. Di şerê 2014'an de her kes pê hisiya ku Kobanê jî li ser rûyê erdê heye û berxwedan lê hatiye kirin. Dema ku hin kes dihatin serdana Kobanê yekser dixwestin li cihê şer meyze bikin. Dema temaşe dikirin didîtin ku kolan bi kolan şerê qehremaniyê hatiye kirin. Li her quncikekê şehîdekî nivîsek nivîsandiye. Ji bo ev şer di rûpelên dîrokê de neyê jibîrkirin bîranînên xwe li ser dîwaran dinivîsandin. Lehengên Kobanê bîranînên xwe li ser dîwaran nivîsandin."   'Divê hemû dewletên navneteweyî wekî Katalonyayê bersivê bidin dewleta tirk'   Hêlînê da zanîn ku gelê Katalonyayê jî wekî gelê kurd êş û azar dîtine û loma jî Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî qebûl kirine. Hêlînê wiha bi dawî kir:"Dema em pirsa ku çima Katalonyayê bi awayekî fermî di 20'ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser qebûl kir tînin pêş çavan wê demê mirov dikare van hevokan bîne ziman; 'ji ber gelê Katalonyayê jî heta serxwebûn û azadiya xwe bi dest xistin wek me Kobaniyan gelek êş û azar dîtin'. Ji bo wê jî em di hin mijaran de, hînekî nêzî hevdu ne. Rêveberiya Xweser ji ber ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne, dema ku mirov dikeve nava sazî û dezgehên rêveberiyê mirov tabloya mozaîk tê de dibînin. Erêkirina Katalonyayê ya ji bo Rêveberiya Xweser bersiveke li beramberî dewleta tirk bû. Bi vê yekê car din Katalonyayê xwedîderketina xwe ya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê nû kir. Divê hemû dewletên navneteweyî wekî Katalonyayê bersivê bidin dewleta tirk."