Li Turgutluyê qursa ziman: Divê li her derê kurdî bê axaftin 2021-10-31 09:03:19     Melîke Aydin   MANÎSA - Rêxistina HDP’a Turgutlu ya Manîsayê li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê qursa zimanê kurdî da destpêkirin û armanc dikin ku ziman biparêzin û pêş bixin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Turgutluya Manîsayê, qursa zimanê kurdî da destpêkirin û ji her temenî eleqeyeke mezin li hemberî qursê heye. Hinek dixwazin axaftinê hîn bibin û hinek jî dixwazin xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Jinên ku tevlî qursê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Dikarin bi kurdî perwerdê bidin'    Fatma Guneş a 58 salî diyar kir ku ew zimanê xwe kurdî li her derê diaxive û got: “Em ji zimanê xwe hez dikin. Em kurd in. Li ser zimanê me terorek giran heye. Ders bi erebî, îngîlîzî û elmanî tên dayîn. Wê demê dikarin bi kurdî jî bidin. Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene lê nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Em li warê xwe Serhedê bi zimanê xwe diaxifin. Ev 40 sal in ez li bajarê Tirkan dijîm. Lê dîsa jî me zimanê xwe jibîr nekir. Gundê me nîvî laz û nîvî jî kurd in. Dema avakirina komarê de lazan anîn gundê me ji bo asîmilekirina kurdan. Niha neviyên min jî kurdî diaixivin. Ez hêdî hêdî xwendin û nivîsandinê fêr dibim. Ziman mîrateya dê, bav û şehîdên me ne. Ez pêşniyar dikim ku her kes bi zimanê xwe biaxive. Dibêjin em kurd in lê bi tirkî diaxifin. Em kurd in û em ê bi kurdî biaxivin.”   ‘Divê li her derê kurdî bê axaftin'    Karkera fabrîkayê Helîn Coşkun ya 18 salî ye, destnîşan kir ku li Manîsanyê hatiye dinê, kurdî fêm dike lê nikare biaxive û wiha pê de çû: “Ji bo ziman fêr bibim hatim qursê. Di encamê de zimanê me ye. Yên zimanê xwe nizanin hene. Ji bo zimanê me neyê jibîrkirin qurs hene. Yên dixwazin fêr bikin dikarin bên. Ji bo vê divê li her derê kurdî bê axaftin. Ez ê fêr bibim û fêrî derdora xwe jî bikim."    ‘Ez dixwazim bi kurdî bixwînim'    Nesrîn Sancak ya 14 salî ku bi bavê xwe re tê qursê, ew jî kurdî fêm dike lê nikare biaxive. Nesrîn di vê mijarê de wiha dibêje: “Ez li Cizîrê hatim dinê. 10 sal in li vir dijîm. Li bajar mezin bûm. Ji ber vê zêde kurdî nizanim. Ger ku ez kurdî fêr bibim ez ê bi kesên derdora xwe re bikaribim biaxivim. Ez ê bikaribim rojnameya kurdî, pirtûkên kurdî bixwînim.”   'Dixwazim bibim mamosteya zimanê kurdî'   Nesrîn, diyar kir ku di dersê de kesên ji wê baştir kurdî diaxivin hene û piştgiriyê ji wan digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ders gelek xweş derbas dibin. Ez di xwendinê de zehmetiyan dikşînim. Lê alîkariyê didin min. Ez dixwazim ders bidomin. Ez dixwazim bibim mamosteya zimanê kurdî û kurdî hînî her kesî bikim."