PYD: Berxwedana Kobanê remza vîna azad a Gelê Kurd e 2021-10-30 17:19:58       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê PYD'ê daxuyaniyek da û got: "Em berxwedana Kobanê ya ku ji bo serkeftina nirxên mirovahiyê bû sembol silav dikin."   Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û kesên ku di azadkirina bajêr da jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî.    PYD’ê di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Di Kongreya Kurdistanê de ku li Parlamentoya Ewropayê di sala 2014'an de hatibû lidarxistin, biryar hatibû dayîn ku 1’ê Mijdarê bibe roja piştgiriya cîhanî ya bi Kobanê re ku bû sembola têkoşîna li dijî terorê û tunekirina DAIŞ`ê. Ji wê dîrokê ve, karwanên azadîxwaz û demokrat li seranserê cîhanê daketin qadan û piştgiriya Gelê Kurd kir.”   PYD’ê diyar kir ku bi berxewdana Kobanê, berxwedana gelê kurd a destanî li hemû seranserî cîhanê belav bû û da zanîn ku berxwedan ji bo gelên bindest bû remz û mînakek. PYD’ê destnîşan kir ku Kobanê bû sembola vîna azad a gelê kurd, lewra gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêla vê serkeftinê bi hezaran ciwanên xwe feda kirin û wiha berdewam kir: “Em di vê boneyê de dibêjin serkeftina ku ciwanên Kobanê û pêkhateyan bi dest xistine, ji bo mirovahiyê serkeftin e. Em minetdarên şehîdên berxwedana Kobanê û hemû şehîdên azadiyê û birîndaran in ku destana Kobanê nivîsandin.”   PYD’ê di daxuyaniyê de bang li gel kir ku xwedî li giyana berxwedana Kobanê derkeve û tecrubeyan ji vê berxwedana dîrokî ya bêhempa bigire, ji ber ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan e. PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Kobanê ku ji bo serkeftina nirxên mirovahiyê bû sembol silav kir.