Li girtîgeha Şirnexê girtî hatin sirgunkirin 2021-10-30 16:51:43   ŞIRNEX - Hat zanîn ku nêzî 30 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, hatine sirgunkirin.    Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, di 23-25'ê cotmehê de midûrê girtîgehê û gardiyan bi ser qawişên D4 û D5'an de girtibû û îşkence li girtiyan kiribûn. Piştî îşkenceya ku ket rojevê hat zanîn ku vê serê sibehê nêzî 30 girtî hatine sirgunkirin.     Nehat zanîn ku girtî sirgunê li ku hatine kirin.