ÎHD: Divê Aysel Tugluk bê tehliyekirin 2021-10-30 16:50:59   STENBOL - Di çalakiya vê hefteyê ya "Rûniştina F" de rewşa Aysel Tugluk hat ziman. Di çalakiyê de wiha hat gotin: "Di raporên nexweşxaneyê de jî bi awayekî zelal rewşa Ayselê hatiye aşkerakirin. Li gorî hiqûqê derengxistina biryara taloqkirina înfazê sûc e."    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 501'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixe li avahiya komeleyê pek anî. Di çalakiyê de komîsyonê balê kişand ser rewşa siyasetmedara Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Kandirayê girtî ye. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtiya nexweş Aysel Tugluk bê berdan"  hat daleqandin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarê (MA-TUHAYDER) jî piştgirî dan çalakiyê. Daxuyaniya hatibû amadekirin ji aliyê Parêzer Davût Aslan ve hat xwendin.    Davût, bal kişand ser rewşa Ayselê û wiha got: "Di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de Aysel singa xwe daye ber gelek zor û zehmetiyan. Tiştên ku di cenazeyên dayika wê de pêk hatin hem di hêla ruhî de hem jî di hêla laşî de bandoreke mezin lê kirin û wê westandin. Girêdayî vê westandinê nexweşiya Demansê pê re çêbû. Ev rewşa di rapora nexweşxaneyê de jî bi awayekî zelal hatiye aşkerakirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji bo domandina jiyana xwe divê Aysel ji kesekî/ê alîkarî bigire. Li gorî vê raporê divê cezayê Ayselê bê taloqkirin lê rexmî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê serlêdana ji bo vê red kir."   Davûd, destnîşan kir ku rewşa Ayselê giran dibe û ev tişt anîn ziman: "Li gorî hiqûqê derengxistina biryara taloqkirina înfazê sûc e. Em daxwaz dikin ku Aysel û hemû girtiyên nexweş bên berdan û ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş banga hestiyariyê li raya giştî û rayedaran dikin."   Hevserokê MA-TÛHAYDER'ê Esîn Çelîk jî axaftinek kir û da zanîn ku zêdetirî 200 girtiyê nexweş bi angaşta ku "wê xesarê bidincivakê" nayên berdan û wiha got: "Van mirovên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn gelo xesareke çawa bidin civakê? Bila girtîgeh neguherin malên cenazeyan. Demildest li gorî hemû girtiyên nexweş bên berdan."   Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Mûstafa Mesût Tetîk jî destnîşan kir ku cihê tiştên tên kirin di hiqûqa dijmin de tuneye û wiha got: "Faşîzma AKP-MHP'ê ku ji bîrdoziya rizgariya jinê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re dijminatiyê dike, di şexsê Aysel Tûglûk de dijminatiyê li bîrdoziya rizgariya jinê dike. Nerazîbûna me ya li hemberî vê helwestê wê roj bi roj bilind bibe û girseyî bibe. Weke partî em vê pêkanîna faşîzane ya li dijî Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan şermezar dikin."   Rêvebera HDP'a Stenbolê Pinar Turk jî destnîşan kir ku di serî de Aysel 5 sal in vîna wan a hilbijartî li girtîgehan e û daxwaza berdana wan kir.