Li Pirsûsê hevdîtina gel: Çareserî dê bi rêya diyologê pêk bê 2021-10-30 13:19:08   RIHA - Di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku çareserî ne di şer de israrkirin, çareserî dê bi vekirina deriyê Îmralî pêk bê.    Di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" ya ku ji hêla Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatî destpêkirin li Pirsûsa Rihayê hevdîtina gel pêk hat. Hevdîtina gel li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pirsûsê pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Nusrettîn Maçîn, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, endamên rêxistina HDP'ê ya navend û navçeyê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Li salonê pankartên bi nivîsa “Denîz Poyraz nemir e” û  "Jin jiyan Azadî" hatin daliqandin.    'Xwestin têkoşîna Gelê Kurd were tasfîyekirin'   Di destpêka bernameyê de Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku Gelê Kurd ji pêvajoyek girîng û dîrokî re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro 30'ê cotmehê salvegera plana çokdayînê ye. Em dizanin ku plana çokdanînê nûkirina plana şark islahatî ye. Bi vî planê polîtikayên şer ên taybet pêş ket. Bi vê şiklî polîtîkayên asîmîlasyon û çokdanîna ji civakê hate xwestin. Ango xwestin têkoşîna Gelê Kurd were tasfîyekirin. Ew plana çokdanînê jî herî zêde Pirsûsî, gelê Kobanê dizane. Li Kobanê DAIŞ'ê li hemberê berxwedana jinên kurd têk çû. Lewra plana çokdanînê di esasa xwe de tolhilgirtina têkçûyîna DAIŞ'ê bû. Ji ber vê yekê îro hemû zilm, kuştin, asîmîlasyon li ser gelê me berdewam dike. Ji ber vê îro doza Kobanê dane ber xwe. Ji bo xeyalên xwe yên Osmanî pêk bînin dîsa operasyonên dersînor didin destpêkirin."    'Çiqas tecrîd giran dibe aloziyên li Tirkiyeyê kûr dibin'   Saliha berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîdê û got: "Piştî pêvajoya çareseriyê ew plan bi taybet ji bo Gelê Kurd çêbû û hê jî berdewam bike. Ew jî bi grankirina tecrîdê gav avêtin. Bi taybetî ji sala 2015'an wê de tecrîd her ku çû giran bû û îro ew tecrîd li ser tevahiya gelê Rojhilata Navîn û gelê Tirkiyeyê tê meşandin. Çiqas tecrîd giran dibe, polîtîkayên şer jî pêş diçe ewqas aloziyên Tirkiyeyê jî mezin dibe. Em dibînin ku îro Tirkiyê di her qadên civakî, siyaseta navxweyî û derveyî de aloziyên cidî dijî."   'Dayik cenazeyên xwe ji PDK'ê dixwazin'    Salîha, diyar kir ku divê muxalefet tezkereyê baş binîrxîne û wiha axivî: "Bi polîtikayên şer aloziyên di nav Tirkiyê de her diçe kûr dibe. Çareserî ne di şer de ye. Çareserî vekirina deriyên Girava Îmralî ye. Çareserî rêya diyolog û demokrasiyê ye. Divê êrîşa li dijî destkeftiyên kurdan bên sekinandin. Pêwîste ku kurd li dijî êrîşan yekitiya xwe ava bike. Dayikên kurd 26 roj in cenazeyên xwe ji PDKê dixwaze. Divê ew cenaze radestî malbatan bê kirin. Tişta ku dewleta Tirk dikir niha jî bi heman rewşê PDK'ê dike."   'Têkoşîna jinan wê berdewam bike'   Salîha, destnîşan kir ku herî zêde jin li dijî polîtîkayên qirêj têdikoşe û wiha bi lêv kir: "Jin ji bo jiyanek bi rûmet li Rojavayê têkoşînek bêhempa dan û hê jî didin. Jinên kurd dê li her qadê têkoşîna xwe mezin dikin. Hûn bi polîtikayên xwe yên qirêj nikarin jinan bêdeng bikin û biçewisînin. Wê jin li dijî zîhniyeta desthilatdariya serdest a mêr têkoşîna xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin."   'Zîhniyeta Lozanê berdewam dike'   Piştî axaftina Salîhayê, Berdan Ozturk jî axivî. Berdan wiha bal kişand ser daxwazên Gelê Kurd: "Di lozanê de Kurdistanê xistin çar parçe. Niha jî ew zîhniyet berdewam dike. Pêşengiya vê dagirkirinê jî dewleta Tirk dike. Gelê Kurd tenê jiyanek azad, wekhev û demokratîk dixwaze. Lê bersiva wê daxwazê jî tunekirin û metingerî bû. Lê belê ji dîrokê de heya niha Gelê Kurd ew qebûl nekir û li ber xwe da. Aştî û demokrasî bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd nayê vê welatê. Divê ew jî baş bizanin. Ji ber vê yekê polîtikayên xwe yên şer berfireh dikin. Lê ew jî dizanin ew ê werin hilweşandin. Tirkiyê di siyaseta derveyî de jî di nav qeyranê de ye. Emerîka û Rûsya hêviya xwe ji Tirkiyê qût kirine.  Dewleta Tirk şaşiyek mezin kir ku têkoşîna Gelê Kurd hesab nekir."   Bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.