Tehliyekirina 3 girtiyan hat astengkirin 2021-10-30 10:15:05   ENQERE - Jiyan Ateş, Hanim Yildirim û Rojdan Erez li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne û divê bên tehliyekirin, lê ji hêla rayedarên girtîgehê ve perwerdeya 6 mehan li wan hat ferzkirin. Jiyan, bi rêya malbata xwe banga li siyasetmedar û rayagiştî kir ku derbarê mijarê de hişyarbin.    Li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan didome. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiyên siyasî yên bi navê Jiyan Ateş, Hanim Yildirim û Rojdan Erez ligel cezayê xwe temam kirine jî bi hincetên cuda nayên tehliyekirin. Rojdan û Hanim 5 roj in, Jiyan jî 3 roj in li gel cezayên wan xilas bûye jî ji ber helwesta kêyfî ya îdareya girtîgehê nayên berdan.    Jiyan Ateş, ji ber endamtiya rêxistinê 10 sal ceza girt, Jiyana ku cezayê xwe xilas kir niha "poşmanî" lê tê ferzkirin. Jiyan bi rêya telefonê derbarê mijarê de agahî da xwişka xwe Pinar Ateş. Pinar jî agahiyên xwişka xwe ji ajansa me re parvekir.    'Tehliyekirin tê astengkirin'   Pinar Ateş bi rêya telefonê ji xwişka xwe Jiyan Ateş re axivî û Jiyanê tiştên ku pêk hatî wiha ragihand: "3 roj mabû ku ez bêm tehliyekirin, gardiyanan ji bo îmzekirinê formek dan min. Ez li dijî vê yekê derketim. Min zêde naveroka formê nedît lê wekî xalên poşmaniyê têde hatibûn bi cihkirin. Dema em derketin pêşberî Lîjneya Girtîgehê jî heman pirs hebûn. Rojek mabû ku ez bêm tehliyekirin paketa perwerdê ya 6 mehan danîn li pêşberî min. Ji min re gotin 'Pakêta islahêye' Ez li dijî vê pakêtê û perwerdê derketim. Piştre psîkologek şandin cem min. Roja ku ez bêm tehliyekirin jî hêla Serdozgeriya Komarê ve belgenameyek dan min û tehliyekirina min red kiribûn.   Em ji raya giştî hişyariyê dixwazin    Ji bo hemû girtîgehan, biryarek hatiye dayîn, bi van biryaran girtî niha bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Niha vê tiştî li me jî didin hiskirin. Dibe ku li Sincanê jî wisa bibe. Em daxwaz dikin ku raya girtî li ser vê mijarê rawestin û hinek din hestiyar bin. Kijan partî dibe, kijan sazî û dezgeh û rêxistin dibe bila bibe li hemberî vê yekê divê bêdeng nemînin. Bi taybetî jî divê gelê me bêdeng nemînin.    Tişta ku ez poşmam bibim nîne   6 meh ceza li min zêde kirin, dê nîsanê de carek din binirxînin. Heke tiştek din dernexin ez ê tehliye bibim. Min derbarê mijarê de daxwaznameyek da û ez li dijî vê biryarê derketim. Rojek dimîne tehliyeyerê hincetên cuda derdixin li pêşberî me. Di esasê xwe de cezayê ku bi dawî bûyî heye. Ez tu carî 'Paketa Perwerdê' qebûl nakim. Ez 'islah' jî nabim. Ez 10 sal in girtî me. Tişta ku ez poşmam bibim nîne. Em tiştên ku tên jiyîn yekcar qebûl nakin. "