Zextên li hemberî ciwanên HDP’ê wê li Norveçê vebêjin 2021-10-30 09:04:09   STENBOL - Ciwanên Norveçê ku bi meclîsên jin û ciwanan ên HDP’ê re hevdîtin kirin, diyar kirin ku di gelek nokteyan de hevparin û gotin wê zextên li dijî ciwanên HDP’ê bibin rojeva parlamento û rojeva rayagiştî.   Endamên Partiya Sosyalîst Çep a Norveçê û endamên Ciwanên Tifaqa Kes Sor a Danîmarkayê hefteya borî hatin Tirkiyeyê û bi Partiya Demokratîk a Gelan û Meclîsa Jin û Ciwanan ên HDP’ê re hevdîtin kirin. Heyetê bi Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê û Kordînasyona Jinên Ciwan re xebatek atolyeyê ya du rojan pêk anî. Heyetê di atolyeyê de pirsgirêkên ciwanên HDP’ê guhdar kirin.   Berdevka Departmana Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst Çep a Norveçê Sofîe Heîen Larsen û Endama Lijneya Navenda Ciwanên Sosyalîst a Norveçê Mîna Jorgensen Bergem ji JINNEWS’ê re axivîn.   ‘Em ji bo avakirina zemînê li virin’   Sofîe Heîen Larsen balkişand ser armanca serdanê û got partiya wê demek dirêje bi HDP’ê re hevkariyê dike û di alî îdeolojîk de bi HDP’ê re aliyên wan yên hevpar hene û got: “Em hem femînîst hem sosyalîstin. Em di mijara nîjadperestî û avhewayê de bi fikar in. Em hedef dikin ku xwedî civakeke ku her kesî dihewîne be. Yek ji armanca din ya serdana me ev e ku demokrasiya roj bi roj li Tirkiyeyê tengezar dibe ye. Ji ber vê me xwest em piştevaniyê bidin HDP’ê. Me xwest em ji HDP’ê  der barê xebatan de agahî bigirin û zêdetir zemînên hevpar ava bikin. Em nêrîna HDP’ê ya li demokrasiyê mereq dikin. Ji ber vê em li vir in.”   ‘HDP îlhamê dide me’   Sofîe balkişand ser demokrasiya li Tirkiyeyê û ev tişt daxuyand: “Beriya her tiştî divê her kes xwe îfade bike, nêrîna siyasî îfade bike, xwe rêxistin bike. Ev mafekî serekeye. Niha Tirkiye ji bo partiyên muxalefetê û civaka sivîl bûye qadek teng. Gelek penaberên Tirk yên hatine Norveçê çareseriyê bi hatinê dibîne. Lê bi pêşengiya HDP’ê li welat ciwanên rêxistinkirî îlhamê dide me.”   ‘Li Tirkiyeyê rewşa jinê zehmet e’   Sofiya ku bû şahidê 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn û ji bo piştgiriyê tevlî çalakiya ji bo Ayşeyê bû wiha got: “Li her derê cîhanê rewşa jinê gelek zehmet e. Li Tirkiyeyê jî rewşa jinê bi rastî pir zehmet e. Li Tirkiyeyê jinek di siyasetê de aktîf rol bigire divê têkoşînek dijwar bide. Bi rastî ev rewşeke xemgîne.”   Em ê bibin rojeva parlamentoyê   Sofîe dawiya axaftina we de bi lêv kir ku wê hevdîtina bi ciwanan re bibin welatên xwe û wiha dawî lê anî: “Beriya her tiştî em ê çavdêriyên xwe li kanal û partiya xwe belav bikin. Her wiha me çend sal berê dest bi vê kiribû. Em bi partiyên siyasî û nûnerên wan re di têkiliyê de ne. Mijara Kurd her tim di rojevê de ye. Em bi tevgera Kurd ya Norveçê re jî di têkiliyê de ne. Meha pêş em ê Konferanseke Civaka Sivîl a mezin pêk bînin. Li vir kesên tevlî dibin wê rewşa xwe bêjin û em ê vê rewşê jî ragihînin.”   ‘Me xwest em ciwanên HDP’ê guhdar bikin’   Mîna Jorgensen Bergem jî destnîşan kir ku bi HDP’ê re zimanekî wan yê hevpar tunebe jî pir baş hatine pêşwazkirin û ev tişt bi lêv kir: “Bi taybet me xwest em ciwanên HDP’ê nas bikin. Di gelek nokteyan de em hemfikrin. Me rewşa ciwanên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopand. Me rewşa ciwanên li Tirkiyeyê hinek dizanibû, ji ber  gelek geşedanên li Tirkiyeyê di nûçeyên Norveçê de derbas dibin. Em ji bo hewldanên wan bidin bihistin li virin.”   ‘Zexta li ser ciwanên HDP’ê bi rastî jî bi xof e’   Mînayê dawiyê de wiha vegot: “Zextên li ser ciwanên HDP’ê bi rastî jî bi xof e. Min li Norveçê ev qet nejiyan nedît. Eleqeya wan ya bi polîtîkayê re zêde ye. Lê li vir tevlîbûna çalakiyekî zehmetire. Nikarin dengên xwe bidin bihistin.  Piştevaniya bi wan re girîng e. Hêvidarim ev ji bo hevkariya partiya min û HDP’ê destpêkek be. Em ê pirsgirêkên ciwanên kurd li welatên xwe vebêjin.”