HDP û MEBYA-DER çûn şîna Songul Ozgun 2021-10-29 16:27:12   AMED - HDP û MEBYA-DER ji bo sersaxiyê çûn şîna Songul Ozgun a YJA STAR'î ya di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da.    Di 22'yê cotmehê de di operasyoneke ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê qewimîbû de Songul Ozgun (Rûken) a YJA STAR'î jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Songul li navçeya Yenîşehîr a Amedê şîn hat danîn. Endam û rêveberên Komeleya Çand, Yekitî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana şînê kirin û sersaxî ji bo malbata Songulê xwestin.