TJA: Em polîtîkaya tirsandinê ya di şexsê Garibe Gezer de tê kirin qebûl nakin 2021-10-29 14:05:49   AMED - Di daxuyaniya TJA'yê ya têkildarî Garîbe Gezer de wiha hat gotin:"Em polîtîkaya tirsandinê ya di şexsê Garibe Gezer de tê kirin û polîtîkayên çewisandinê qebûl nakin. Em ê ji niha şûnde jî qebûl nekin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Garibe Gezer a di 1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kandirayê tê girtin û bi êriş û îşkenceya zayendî rû bi rû hat hiştin de daxuyaniya nivîskî da.    Di daxuyaniyê de hat gotin desthildatdariya mêr ji bo xwe her tim revize bike û ji nû de ava bike tim êrişên li dijî jinan rû dide. Her wiha hat gotin sedema êrişan tirsa ji hêz û têkoşîna guhertinê ya jinê ye.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Jinên polîtîk bi destên darazê tên krîmînalîzekirin û ji derveyî hiqûqê tên cezakirin. Cezayê li berdevka me ya demê Ayşe Gokkan hat birîn nîşaneya vê yekê ya herî şênber e. Polîtîkayên çewisandinê yên li girtîgehan bi rêya rêveberiyên girtîgehan tên dewamkirin. Tundiya li derve ya li jinan tê kirin li hundur jî li wan tê kirin. Tundiya derûnî, fizîkî, zayendî di serî de pêk tên. Serhildana li dîjî polîtîkaya 'bêdengkirina' jinê piştî darbeya 80'ê bi têkoşîna Sakîne Cansiz a got 'min fedî dikir ez bêjim ax' û rêhevalên wê didome.    Îşkenceyên cur ber cur lê hatiye kirin   Garîbe Gezer jineke kurd e û di 2016'an de li Kerboranê hat girtin û îşkenceyên cur ber cur lê hatiye kirin. Nûçeyên derbarê wê de yên di rojên borî de li ser çapemeniyê hatin weşandin ji bo her kesekî bêje ez mirov im bûye sedema şermê lê belê ev îktidara dev ji pêkanînên ji derveyî mirovatiyê bernade. Ji vê yekê gavekê jî paş de nasekine. Li Girtîgeha Jinê ya Bunyana Kayseriyê di 15'ê Adarê de li Garibeya hêja cezayê hucreyê hatiye dayin û piştre sewqî 1'emîn Saziya Înfaza Ceza ya Tîpa F a Hejmara Yekemîn hatiye kirin. Piştî cezayê 22 rojî yê hucreyê Garibeyê xwestiye derbasî qawişên sê kesî bibe. Wê îtiraz kiriye ku dîsa derbasî hucreya yekkesî bê kirin. Wê ev yek şermezar kiriye. Ji ber şermezar kiriye jî ew birine odeyên bi sunger ên wekî sûcê mirovatiyê hatine avakirin.    Ji dayina cezayên bi dehan salan paşde nasekinin   Li vir ji aliyê gardiyanan ve tundiya zayendiyê û her tundî lê hatiye kirin. Ji ber Garibeyê rewş ji malbat û parêzerên xwe re gotiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Tundiya lê hatiye kirin û cezayê lê hatiye birîn eşkere ne lê belê dozger tu gavê navêje. Dema jinên têkoşîna xwe dimeşînin dibin mijara gotinê dozger vê gavê dikeve nava tevgerê û ji dayina cezayên bi dehan salan paşde nasekinin.   Em we baş nas dikin   Em we baş nas dikin. Em we ji Ebru Dinçer a ku li Tîpa F'yê li dijî faşîzmê derket û hat xwestin bi awayekî zindî bê şewitandin, em we ji jinên ku tecrîd qebûl nekir û bedena xwe da ber agir baş nas dikin. Me dîwarê malên xwe hilweşand û em derketin kuçeyan. Kesên difikirin me bi dîwarên girtîgehan têk bibin ew di nava xemsariyeke mezin a dîrokê de ne. Ji bo rastiya vê yekê hîn bibin bila bizîvirin û li paşerojê binêrin ev bes e. Ev êrişana ji aqilekî sîstematîk xizmetê dike. Em polîtîkaya tirsandinê ya di şexsê Garibe Gezer de tê kirin û polîtîkayên çewisandinê qebûl nakin. Em ê ji niha şûnde jî qebûl nekin. Em ê hem li hundur hem jî li derve têkoşîna xwe bidomînin."