Sebîha Sebrî: Dema mirov li cem civaka xwe be serkeftî dibe 2021-10-29 09:06:18   Evîn Zenda   ŞENGAL - Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî, diyar kirin ku di hilbijartinê de daxwazên gel nehatin guhdarkirin, vîna gelê Herêma Federal a Kurdistanê nehat esas girtin û got: "Lê divê bê zanîn ku her roja diçe li beramberî plan, êriş û hileyan civaka me şiyar dibe û biryara têkoşîneke bihêztir dide. Ji bo avakirina azadiya civaka êzidî û naskirina statuyê em ê ji herdemê bêtir bixebitin."    Di 10’ê Cotmehê de li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêk hatin û li seranserê Iraqê tenê ji sedî 41’ê dengdêran çûn ser sindoqan. Li Şengalê jî ji rêjeyek kêm beşdar bûn pêk hat. Li gorî encaman li Şengalê mafê 83 hezar kesî hebû dengê xwe bikar bînin, lê tenê dengê 13 hezar kesan hatine hejmartin. Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) li ser encamên hilbijartina û hîleyên giliyê xwe li Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Nînowayê kiribû. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li ser encamên hilbijartinê helwesta xwe nîşanda û diyar kir ku di rastiyê de ev hilbijartin ji aliyê gel ve nehatiye pejirandin û meşruiyeta wê nîne. Çend li ser hilbijartinê dem derbas bibe jî hêj jî derbarê encamên hilbijartinê de nîqaş tên kirin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî jî derbarê mijarê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman.   Li wargehên penaberan astengiya dengdayînê   Sebîha, diyar kirin ku di hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê ya di 10'ê cotmehê de hatî lidarxistin gelek dek û dolap pêk hatin û got: "Di hilbijartinan de gelek fêl û fen hatin kirin. Cihên ku hêvî lê hebû ku partî û kesayetên ku gel wan hilbijartine li vir bêtir tevlîhevî û lîstok hebûn. Yek ji wan cihan jî Şengal bû. Li Şengalê ji 83 hezar kesî tenê 13 hezar kes çûn ser sindoqan. Kesên ku çûn ser sindokan jî bi pirsgirêkan re rûbir û man û dengdayîna wan hatin astengkirin. Bi vekirî diyar bû ku beriya hilbiartinê amadekariyên fêl û hîleyan hatine kirin. Destên xêrnexazan pir bû. Li wargehên penaberan ên başûrê Kurdistanê jî ji derveyî namzetên PDK’ê nehiştin gel deng bidin namzetek din. Penaber bi gefan re rûbirû hatin hiştin. Hemû lîstok bi çavdêriya heyeta Neteweyên Yekbûyî ya hilbijartinê pêk hat. Hilbijêrên ku çûn ser sindokan dizanin li ser sindokan çi lîstîk pêk hatin."    'Em tu carî xiyanetê ji bîrnakin'   Sebîha, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bertekên gelê Herêma Federal a Kurdistanê: "Piştî encamên hilbijartinan gel nerazîbûnên xwe nîşanda. Yek ji wan deveran Şengal bû. Di serî de Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ), gelek sazî û partiyên siyasî, her wiha namzetên serbixwe encamên ku derketin holê nepejirandin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo hilbijartinê kar û xebat kiribûn û her wiha ji bo roja dengdayînê jî amadekariyên me hebûn. Jixwe ji roja destpêka xebatên hilbijartinê heta dawiyê PDK’ê bi leşkerên xwe û namzetê xwe Meheme Xelîl û Viyan Dexîl xwestin bên Şengalê. Ev tişt qaşo ji bo hilbijartinê bû û dixwastin li Şengalê bi cih bibin, aramiya Şengalê xerabikin. Kesên ku bûn sedema fermanê xwestin ku wekî tiştek nebûye bikevin Şengalê. Lê divê bê zanîn ku em şengalî tu carî vê xîyanetê ji bîrnakin û napejirîinin. Êzidî ne wek berê ne û niha di her warî de rêveberiya xwe avakiriye. Xwe perwerde dike û diparêze. Divê bê zanîn ku bi fen û hîleyan hilbijartin qezençkirin û ev tişt ne serkeftine. Serkeftin dema mirov li cem civaka xwe be pêk tê."    'Civaka me xwedî li PADÊ derket'    Sebîha Sebrî, da zanîn ku PADÊ di her şert û mercan de li cem civaka xwe bû û wiha bi lêv kir: "Di demên herî zor û zehmet de partî li cem civaka xwe bû. Ji civaka re bû alîkar. Beriya fermanê jî û di fermanê de jî her tim bi civaka xwe re bûn. Hêviya civakê ji partiyê heye û bi taybetî jî hêviya jinan li partiyê heye. PADÊ bi pivan û rêgezên li gor rastî û heqîqeta civaka me kar û xebatê dike. Civak di hilbijartinê de bi xebatên xwe xwedî li partiya xwe derket û xebatê derxistin asta herî jor."   'Heta azadiyê têkoşîn bidome'   Sebiha wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê birînên xwe derman bikin û Şengalê xwe avabikin. Her roja diçe li beramberî plan, êriş û hileyan civaka me şiyar dibe û biryara têkoşîneke bihêztir dide. Ji bo em jî ji gelê xwe re bibin bersiv ji bo avakirina azadiya civaka êzidî û naskirina statuya xwe em ê xwe ji herdemê bêtir beşdarê kar û xebatan bikin.”