Leyla Guven ji girtiyên Fîlîstînî re name şand 2021-10-28 14:15:50   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo girtiyên Fîlîstînî yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin name şand.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku bi sûcê "rêvebertiya rêxistinê" 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin ji bo Fîlîstîniyên li girtîgeha Îsraîlê tê girtin û dest bi greva birçîbûnê kirine name şand.    Leylayê di nameya xwe de wiha got:   "Girtiyên hêja yên gelê Fîlîstînê;   Ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya çapemeniyê ez hîn bûm ku hûn ketine greva birçîbûnê. Ez dizanim çalakiya greva birçîbûnê ya di girtîgehê de bi çi rengî ye loma min xwest ji we re binivîsim. Di sedsala 21'emîn de mirov ji bo rengekî li jiyana xwe zêde bikin hewil didin li gerdûnê ji xwe re erdekî pêde bikin lê belê kurd û filîstînî li ser erdê xwe wekî penaberan zilmê dibînin."