Platforma Jinan a Rihayê: Em hiqûqa dîlgirtinê qebûl nakin 2021-10-27 14:41:46   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê ceza dayîna Ayşe Gokkan şermezar kir û got: "Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn eybeke demokrasiyeyê û wisa jî di dîroka Komara Tirkiyeyê de hat nivîsin."   Bertekên li hemberî 30 sal cezayê ku li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatî birîn didome. Platforma Jinan a Rihayê li Egitim-Sen a Şaxa Rihayê daxuyaniyek da cezayê ku hatî birîn şermezar kir. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên Platforma Jinan a Rihayê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê sekretera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şaxa Rihayê Selma Ateş daxuyanî da.   Selma, di destpêka axaftina xwe de cezayê ku hatî dayîn şermezar kir û got: "Di têkoşîna azadiya jinan de navek navdar bû û 30 sal ceza lê birîn. Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn eybeke demokrasiyeyê û wisa jî di dîroka Komara Tirkiyeyê de hat nivîsin." Ayşe 35 sal in ji bo wekheviya zayendî ya di nav civakê de, ji bo azadiya jinê, ji bo aştî û perwerdeya bi zimanê kurdî di nav têkoşînê de ye."   Selma, da zanîn ku Ayşe tevahiya emrê xwe ji bo jiyaneke edilane feda kir û got: "Em her tim piştgiriyê didin jinên ku wek Ayşe Gokkan ji bo jiyaneke edilane, wekhev û azadî emrê xwe feda kirine. Em baş dizanin ku ji bo pêkanîna demokrasî, jiyaneke wekhev, têkoşînek hewceye. Têkoşîna wekî Ayşe Gokkan. Em hiqûqa dîlgirtinê qebûl nakin. Em daxwaza pêkanîna edaleteke serbixwe û edilane dikin."