Bersûcê derbarê wî de cezayê muebbetê tê xwestin nehat girtin 2021-10-27 13:56:46   MÊRDÎN - Di doza Osman Ç. ê li Qoserê tecawizî biraziya xwe kir de bersûc Osman Ç. nehat girtin. Rûniştin hat taloqkirin.    Osman Ç. tecawizî biraziya xwe Z.Ç. (17) ya di Tîrmeha 2020'î de ji bo serdana xizmên xwe ji Swisriyê hatibû Qosera Mêrdînê kiribû. Li ser vê yekê ji sûcê "Îstismara bi zaneyî ya li dijî zarok" doz li Osman Ç. hat vekirin. Îro 3'yemîn rûniştina doza Osman Ç. jê tê darizandin hat dîtin. Osman Ç. piştî bûyerê hatibû berdan û di 13'ê Çileyê de bi biryara dadgehê hatibû berdan. Her wiha malbata wî bi def û zurneyê ew pêşwazî kiribû. Li gel encamên DNA'yê serbest hatibû berdan. Parêzera Z.Ç. Dîlan Koçyîgît û Miduriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê derbarê serbestberdana Osman Ç. de îtîraz kirin lê îtîraz ji hêla dozgeriyê ve nehatibû erêkirin. Tevî tebliga divê Osman Ç. li rûniştinê amade ba jî ew beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Osman Ç. jî beşdar nebû. Parêzerê Z.Ç., malbata wê û nûnerên rêxistinên jinan jî beşdar bûn. Piştî tespîta nasnameyê rûniştinê dest pê kir.    Dozger muebbet xwest   Dozger ji ber sûcê "Îstismara bi zaneyî ya li dijî zarok" ji Osman Ç. re cezayê mubbetê xwest.    Daxwaza girtinê hat redkirin   Şandeya dadgehê bi hinceta ku "Şika reşkirina delîlan û şika revandinê tune ye" biryara girtina Osman Ç. nehat qebûlkirin. Ango doz taloqî 22'yê Mijdarê hate kirin. Piştî biryarê malbata Z.Ç. bertek nîşanî biryarê dan û gotin:" Dad ne ew e ku hûn li ser dîwaran nivîsê dinivîsin, wan nivîsên dadê jê bibin. Hûn pêk naynin."    Baroyê daxuyanî da   Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê bi daxuyaniya nivîskî ya ku da bertek nîşanî girtina bersûc da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Doza 3'yemîn tê dîtin û di 2 dozên dawî de bersûc Osman Ç. bêyî ku hincetê pêşkêşî şandeyê bike beşdarî dozê nabe û parêzerê wî jî di doza dawî de bi hincet beşdar nebû. Ev ji aliyê malbatê ve jî rastî bertekê hat. Bi her hawî sûcê kes diyar e, em qala tecawizkarekî dikin lê şande bi awayekî ji rêzê biryara negirtina wî da. Ango li gorî agahiyên me girtine jî bersûc Osman Ç. reviyaye. Ji ber wê sedemê ji pêwîst bû ku bi lezgînî biryara girtine hatiba dayîn."