'Ji bo têkbirîna vîna jinê Komeleya Pirjiniyê vekirin' 2021-10-27 11:28:26       NAVENDA NÛÇEYAN - Bertek û nerazîbûnên jinan a li hemberî Komeleya Pirjiniyê ya li Ezazê hatî vekirin didome. Komeleya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê bi çalakiyên cuda vekirina komeleyê şermezar kirin û gotin: "Armanca vekirina komeleyê kolekirina jinan e û bikaranîna wan wekî alaveke kirîn û firotinê ye."   Li hemberî vekirina Komeya Pirjiniyê ya li bajarê Ezazê, ji hêla gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê şermezarkirin. Jinan li qadan bertekên xwe anîn ziman, li dijî vê zîhniyetê derketin. Têkildarî mijarê, berdevka Komeleya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî û endama Komeleya Kombûna Jinên Zenûbya ya Minbicê Rabha Bekro ji Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê re axivîn û bertekên xwe li hemberî komeleyê anîn ziman.    Nesrîn, diyar kir ku di salên dawî de hat dîtin ku çawa jinan gavên erênî yên ber bi çav avêtin û wiha got: "Jinan bi îrade û îsrareke xurt şoreşa azadiyê dan destpêkirin û li hemberî zihniyetên desthilatdar şer kirin. Xeta têkoşînê ya jinan berewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan mafên xwe bi dest xistin û di hemû qada de dixebitin ku ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak."   Nesrîn, destnîşan kir ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin jin ji ber qanûnên tund ên li dijî wan hatine danîn, azaran dikişînin û wiha pê de çû: "Vekirina nivîsgeha pirjiniyê li bajarê Ezazê ji bo jinan zilm  û îhanet e. Armanca ji vê yekê kolekirina jinan e. Ev hemû bi navê şerîeta îslamê têne kirin ku ol ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar tînin. Kesên ku nivîsgeha pirjiniyê vekirine dixwazin jin kole bin û wekî alaveke kirîn û firotine werin bikaranîn. Em bang li jinên li herêmên dagirkirî dikin ku bila li hemberî zihniyeta baviksalarî ku wan weke amûrekê bi kar tîne, hişyar bin."   Rabha Bekro got: "Dagirkeriya Tirk binpêkirin û bombebarankirina sivîlan bes nedît, li bajarê Ezazê nivîsgeha pirjiniyê vekir. Armanca ji vê yekê têkbirin û şikandina îradeya jinê ye. Ev kar ne girêdayî ola Îslamê ye. Vekirina vê nivîsgehê dê jinan ji berdewamkirina têkoşîna wan a ji bo rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalarî, dûr nexe."