Bertekên li dijî derbaskirina tezkereyê: Civak şer û tezkereyê naxwaze 2021-10-27 10:25:24   ENQERE - Jinên siyasetmedar ên tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya ji aliyê AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê ve hat qebûlkirin nirxandin dan zanîn civak şer û  tezkereyê naxwaze û wiha gotin:"Em dizanin nêta vê tezkereyê ne baş e. Heta niha tezkere tim ji bo salekê derdiket. Lê belê ev tezkere du sal e. Ev jî nîşan dide ku ev tezkere di heman demê de ji bo hilbijartinê ye."   Do li Lijneya Giştî hevdîtinên dirêjkirina 2 salan a tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya bi îmzeya Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan hatin kirin. Tezkere bi rayên  AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê hat derbaskirin. HDP û CHP ji bo tezkereyê raya "na" bi kar anîn. Rayeya operasyona li derveyî sînor û hebûna leşkeran a li Iraq û Sûriyeyê ya Serokkomar Tayyip Erdogan du salên din jî hat dirêjkirin.   Têkildarî dirêjkirina tezkereya li ser Iraq û Sûriyeyê ya du salan Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û Parlamentera Partiya Gel a Cumhuriyetê (CHP) Gamze Taşcier nirxandin kirin.    'Civak şer û  tezkereyê naxwaze'   Zuleyhayê da zanîn îktidar ji bo bekaya xwe û îktidara xwe biparêze hêviyê ji tezkereyê dike û wiha domand:"Em dizanin nêta vê tezkereyê ne baş e. Îktidar dewsa meseleya kurd bi rêya demokratîk çareser bike şer tercîh dike. Ev tezkereya li vî welatî tê wateya şer. Ev tê wê wateyê ku dê xizanî, nelirêtiyên çete û mafyayê li dijî gelan mezin bibin. Ev tê wateya qirkirina jinê û talankirina xwezayê. Ev tezkere li dijî hemû gelan e û nayê qebûlkirin. Civak şer û  tezkereyê naxwaze."    'Hestên neteweyî yên gelan tên îstismarkirin'   Tulayê da zanîn mudaxaleya li dijî karên navxweyî yên Sûriyeyê mudaxaleya li dijî destkeftiyên gelê kurd û Rojava ye. Tulayê bal kişand ser sepandinên dewleta tirk ên li ser welatên derve û wiha got:"Ne tenê Sûriye kîja welat be bila bibe mudaxaleya li dijî karê navxweyî ya welatekî din ne polîtikayên divê bên sepandinin. Divê di polîtîkaya derve de zimanê aştiyê bê bikaranîn. Lê belê Erdogan û îktidar zimanê şer bi kar tînin. Bi vê yekê hestên 'neteweyî' yên gelê tirk û hemû gelan tê îstismarkirin."   'Ev tezkere bi nêtek baş nehat derbaskirin'   Gamzeyê da zanîn hejmara AKP û MHP'ê ji bo tezkere derbas bibe têr dike û wiha got:"Em wekî CHP'ê dizanin ev tezkere bi nêteke baş nehat derbaskirin. Heta niha tezkere tim ji bo salekê derdiket. Lê belê ev tezkere du sal e. Ev jî nîşan dide ku ev tezkere di heman demê de ji bo hilbijartinê ye. Li ser vê erdnîgariyê ancax çareseriyeke bingeha wê aştî be pêk bê."