'Girtiyên nexweş bi polîtîkayên dewletê terkî mirinê tên kirin' 2021-10-26 15:48:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî Roja Nexweşan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de hat gotin:"Mehpûsên nexweş bi polîtîkayên dewletê ya terkî mirinê tên kirin an jî dema li ber sekeratê ne tên berdan."   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji ber Roja Mafê Nexweşan a Cîhanê, di serî de Enqere li gelek bajaran daxuyanî da û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan. Li Enqereyê daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût di daxuyaniyê de axivî. Sevîlê, diyar kir ku neberdana girtiyên nexweş binpêkirina mafan e û got ku divê ev maf ji bo girtiyên nexweş bê garantîkirin. Sevîlê, bi lêv kir ku daneyên derbarê girtiyên  nexweş de nayên parvekirin û da zanîn ku ew bi serlêdanên ku tên kirin û agahiyên ku dikevin ser çapemeniyê daneyan berhev dikin û wiha got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Lê hejmara rasteqîn hê bêtir e. Wezareta Edaletê daneyan bi raya giştî re parve nake.    89 girtiyan jiyana xwe ji dest dane   Di berdewamê de Sevîlê pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş dijîn rêz kirin û agahî da ku di sala 2020'î de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û 6 girtî jî ji ber ku hatine ber mirinê hatine berdan û piştî demeke kurt a berdana xwe jiyana xwe ji dest dane. Sevîlê, destnîşan kir ku ji van girtiyan 23 kesan ji wan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Sevîlê, daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan û bang li Wezareta Edaletê kir ku berpirsyariya xwe ji bo girtiyên nexweş bi cih bîne û xwest ku girtiyên nexweş li nexweşxaneyên guncav bên tedawîkirin.    Daxwaz hat kirin ku girtiyên nexweş bên berdan   Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene, Mersîn, Antalya, Îskenderûn û Êlihê jî bi heman armancî daxuyanî dan û daxwaz kirin ku girtiyên nexweş bên berdan û tedawiyê wan bên kirin.