Eşîk çû serdana Koma Jinê ya HDP'ê 2021-10-26 15:10:54     ENQERE - Ji EŞÎK'ê heyetek bi rojeva temsiliyeta wekhev, jiyaneke bê tundî, 5'emîn pakêta darazê çû serdana Koma Jinê ya HDP'ê.   Platforma Jinê ya Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) çû serdana Koma Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Heyetê bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û endamên Koordînasyona Jinê ya HDP'ê hevdîtin kir. Di heyetê de Berrin Sonmez, Şenal Sarihan, Meral Guler, Hulya Gulbahar, Fidan Ataselim, Sevilay Çelenk, Ceren Kurt û Benan Koyuncu cihên xwe girtin.    Di hevdîtinê de li ser mijarên temsiliyeta wekhev, jiyaneke bê tundî, 5'emîn pakêta darazê hat sekinandin. Heyeta HDP'ê daxwazên EŞÎK'ê nîşe girt û da zanîn dê têkoşîna xwe ya ji bo jinê bidomînin.