Êrişa li hemberî girtiyan li Şirnexê hat şermezarkirin 2021-10-26 13:39:52     ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, derbarê Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê girtiyên ku lêdan xwarine daxuyaniyek da û bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehan hat kirin ku bêdeng nemînin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî girtiyên ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de ji aliyê gardiyanan ve lêdan xwarin de xwestin li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Beriya daxuyaniyê polîsan pêşiya girtîgehê dorpêç kir û destûrê nedan daxuyanî bê dayîn. Girse piştre derbasî li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê bû û li vir daxuyanî hat dayîn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê girtiyan ji ber li ser piyan hejmar nedane hatine derpkirin û ji aliyê malbatên wan ve agahî girtine. Girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtinên ku kirin ve anîne ziman ku gardiyanan êrîşê wan kirine û derp kirine. Gelek hevalên wan rakirine nexweşxaneyê, hin girtî li nexweşxaneyê ne û sibê emeliyet bikin û kesên birîna wan sivike jî kirine hûcreya yek kesî. Girtiyên ku ji nexweşxaneyê rapora derpê girtine xwestine ku bi lezgînî heytek bê girtîgehê û lêkolînan bikin.   Tirkiye bûye wek mekanên îşkenceyê   Girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan û mûameleyên li dijî mirovahiyê tên jiyîn û bûne mekanên îşkenceyê. Rêxistinên civakî sivîl, derbarê binpêkirina mafan de rapora ku parvekirine jî rastiya girtîgehê hîn negûheriye. Di girtîgehên Tirkiyê binpêkirinên wek mirin, sewk, sirgûn, îşkence, tecrît, astengkirina hevdîtina malbatan û lêpirsînên disîplînê tên jiyîn.   Divê baro û rêxistinên civakî yên sivîl biçin serdana girtiyan. Em bang li raya giştî dikin ku ji bo pêşiya vê rewşê bigirin divê hemû kes dest bidin destên hevdû û bertekên xwe nîşanbidin. Heta ev binpêkirina girtîgehan bi dawî nebe em ê her roj li ber partiyê daxuyaniyê bidin.”   Daxuyanî, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.