Dayikan bang li PDK'ê kirin: Dev ji îxanetê berde 2021-10-26 11:45:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên ji Kobanê bang kir ku PDK cenazeyên HPG'yîyan ên bi destên PDK'ê jiyana xwe ji dest dan bên dayin û xwestin PDK dev ji îxanetê berde.    Dayikên ji Kobanê bang kir ku PDK cenazeyên HPG'yîyan ên ji aliyê wan ve hatin qetilkirin bên dayin û xwestin PDK dev ji îxanetê berde. Li gor nûçeya ANHA'yê têkildarî mijarê gelek dayikên têkoşerên azadiyê yên Kobanê bertekên xwe nîşan dan. Dayika têkoşer Ehmed Sînor, Narîman Ehmed got, divê PDK daxwazên malbatên şehîdan ên ku ji beriya 15 rojan ve li pêşiya dergeha Sêmalkayê di nav çalakiyan de ne, bi cih bîne.   Narîman Ehmed diyar kir ku kiryarên PDK'ê yên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê derexlaqî û derqanûnî ne, her wiha xizmeta berjewendiyên dewleta tirk  ên li herêmê dikin û zirarê digihînin doza kurd.   Narîman Ehmed bi domdarî got: "Tenê dewleta tirk sûdê ji xiyaneta PDK'ê werdigire, lê divê gelê kurd li dijî dijminan yekitiya xwe ava bike û rê nede wan ku bi destên xayinan xwestekên xwe pêk bînin."   Narîman Ehmed di dawiyê de banga radestkirina cenazeyên gerîlayan a malbatên wan kir.   Dayika têkoşer Kemal Kobanê, Zehîde Ehmed jî got, dewleta tirk dijminê gelê kurd e û PDK'ê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê bi kar tîne.   Zehîde Ehmed banga radestkirina cenazeyên gerîlayan a ji bo malbatên wan kir û got, divê PDK ji rêya xiyanetê vegere.   Malbatên Şehîdan ev sê hefte ne ku li pêşiya deriyê Sêmalkayê çalakiyên konvedanê li dar xistine û banga radestkirina cenazeyên gerîlayên ku bi destên PDK'ê jiyana xwe ji dest didin, dikin.