‘Wê têkoşîna me ya li dijî zimanê serdest bidome’ 2021-10-26 09:10:42     ENQERE - Xebatkara berê ya Jinnewsê Fîlîz Zeyrek ku hêjayî ‘Xelatên Rojnamegeriya Herî Serkeftî ya Salê’ ya Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) hat dîtin, bertek nîşanê ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef tên girtin da û wiha got: “Bi hêza me ji Gurbetellî Ersoz û Musa Anter girtiye, em ê li dijî zimanê serdest ê mêr têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Xelatên Rojnamegeriya Serkeftî ya Salê’ ya Komeleya Rojnamegerê Hevdem (ÇGD) di 24’ê cotmehê de hatin dayîn. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ugur di beşa ‘Nûçeyên Xelata Rafet Genç’ de  bi nûçeya ku der barê di 11’ê îlonê de li Şax a Wanê Osman Şîban û Servet Turgut ji helîkopterê de hatibûn avêtin de, hêjayê xelatê hat dîtin.  Nûçegîhana berê ya Jinnewsê Fîlîz Zeyrek ya niha li surgunê ye jî di beşa ‘Roportaja herî baş’ de bi nûçeya ‘Heta ku şer bidome wê zarok bimirin’ ya sala 2019’an de çêkiribû, ‘Kedkara perwerdeyê ya KHK’î, Seher: Me berxwedan tercih kir’, ‘Çîroka kesê ji bo jiyanê ket rê: Karkerên demsalî’, ‘Ayşe ya bi gûzan nanê xwe qezenc dike Ayşe: Têkoşîn her tim didome’, ‘yên salên 90’î de malên me hilweşandin niha konên me hilweşandin’, xelat girt. Fîlîzê xelata xwe diyariyê Jinnewsê kir.   Çapemeniya alîgir li ser kar e   Çapemeniyah alîgir a di tu daxuyaniyê de tunebû, di merasîma xelatê de amade bû. Rojnamegeran bi coşek mezin xelat girtin û kurt be jî balkişandin ser zextên li ser rojnamegeran. Çapmeniya alîgir ku xelatên MA û Jinnewsê girtin hezim nekirin, çapemeniya azad hedef girtin.    Sernavên çapemeniya alîgir   Yenî Şafakê sernavê ‘Ji bo çapemeniya PKK’ê xelat li ser xelatê’,  haber7.com ‘Merasîma ku Ozel yê CHP’î û  seroka TTB’ê Fîncanci tevlî bû, ji bo weşanên PKK’ê xelat’, TRHaber ‘ Ozgur Ozel yên CHP’î xelat da çapemeniya PKK’ê’, Ahaber, ‘Merasîma ku xelat ji bo Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê hat dayîn, Ozgur Ozel mohra xwe lê da’, Veryansin TV, ‘ji ÇHD’ê ji bo weşana rêxistina terorê xelat’, Beyaz Gazete ‘Ji bo çapemeniya PKK’ê xelat li ser xelatê’, Akşam ‘Di merasîma ku Ozgur Ozel yê CHP’î tevlî bû de ji bo çapemeniya PKK’ê pêşbirka dayîna xelatê’ kirin.    Fîlîz Zeyrek ya di beşa ‘Roportaja herî baş de’ xelat girt, der barê xelata girtî de û hedefgirtina çapemeniya alîgir de nirxadin kir.   ‘Divê rojnamegerên jin zêdetir xelatê bigirin’   Fîlîzê diyar kir ku li ser navê Jinnews û hemû jinan xelat girtiye û got li aliyekî kêfxweş li aliyekî şikestî bûye û got: “Min dixwest xelatê bi destê xwe bigirin. Ji ber nûçeyên min çêkirin, neçar mam welat terk bikim û niha li surgunê me. Li ser navê min ajansa min xelata min girt, ez kêfxweş bûm. Li Tirkiyeyê rewşa jinê zehmet e ya rojnamegerên jin zehmetir e. Karê me bi rastî zehmet e.  Binçavkirin, girtin û surgun mixabin tê jiyîn. Li gorî min divê rojnamegerên jin hîn bêtir xelatan bigirin. Em rojnamegerên jin li aliyekî li dijî şîdetê têdikoşin û aliyê din jî têkoşîna jinan didin.”   'Zextên cidî li hember çapemeniyê hene'   Fîlîzê di berdewamiyê de balkişand ser hedefgirtina ji aliyê çapemeniya alîgir ve û ev tişt daxuyand: “Hedefnîşandan, tê wateya ku em karê baş dikin. Roja ku AKP û MHP bûye desthilatdar, zextên cidî li hember çapemeniyê hene. Di merasîmê de hatina gel hev a CHP û MHP’ê jî cuda nîşan dan. Em van êrîşan baş dizanin, em matmayî namînin.  Çapemeniya alîgir me 'terorîst' îlan dike, hedef nîşan dide. Ev ne xema me ye. Em rojnamegeriya gel dikin, gel dizane em çi dikin. Ez 8 salan di ajansa jinan de xebitîm.  Ez çûm gelek nûçeyan min rojnamegerên alîgir li cem gel nedît. Li buroyan rûdinin û alîgiriya qesrê dikin. Wekî din peywira wan tune. Çapemeniya azad desthilatdariyê bi rastî ditirsîne.”   ‘Em ê bi hêza ku me ji Gurbetellî girtiye bidomînin’   Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em natirsin, çi derdikeve bila derkeve pêş me, şert çi dibin bila bibin em ê têkoşînê bidomînin. Em bi hêza ku me ji Gurbetellî û Musa Anter girtiye têkoşîna xwe didomînin. Di xelata hatiye dayîn de navê min derbas dibe lê ev xelat bi hêza jinan hatiye girtin.”