Ji bo bîranîna Bêrîtan Hêvî li Şehbayê meşek hat lidarxistin 2021-10-25 15:10:35   ŞEHBA - Bi boneya salvegera şehadeta pakrewan Bêrîtan Hêvî Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê meşek li dar xist.   Bi dirûşma "Bi berxwedana jina azad em ê xeta îxanetê têk bibin" Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi boneya salvegera şehadeta pakrewan Bêrîtan a 29'emîn meşek li dar xist. Meş bi du alî bû. Aliyek ji dibistana Mûşat a navçeya Fafînê dest pê kir û aliyê din jî ji gundê Maratê yê navçeya Ehdasê dest pê kir. Di dawiyê de her du meş li parka navçeya Ehdas vegeriya mêtîngê. Bi sedan jin li Efrîn û Şehbayê daketin qadan û pakrewan Bêrîtan bi bîr anîn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşer Bêrîtan Hêvî, alên Kongreya Star û Meclîsa Jina Azad a Şehbayê hatin hildan.   Meş bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre endama Kongreya Star a herêma Efrînê Rîhanê Elo daxuyanî xwend.   Daxuyanî wiha bû:   "Li Rojhilata Navîn li hember siyaseta qirkirinê û înkarkirinê ya li ser civakê tê meşandin jinan her dem li berxwe dane. Ji kesayetên pêşeng Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) keça Dêrsimî ya leheng a bi serhildaniya xwe tê naskirin li hember zilim û zordariya faşîzma tirk serî netewand, ev yek bû sedem ku berê xwe bide qada şer. Tu carî xeta îxanetê qebûl nekiribû û li hember wê berxwedanek da meşandin.  Em weke jinên Efrîn û Şehbayê pakrewan Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînin û di salvegera 29'emîn ya şehadata berxwedana wê de soza me ew e ku em şopdarên xeta têkoşer Bêrîtan bin. Em ê tekoşîn bikin û ji bo azadiyê û rûmetê, li jiyana azad em ê xwedî derbikevin."   Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû .