Bêrîtan Hêvî bi civînekê li Kobanê hat bîranîn 2021-10-25 14:52:44   KOBANÊ - Koordînasyona Kongreya Starê ya herêma Firatê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi civînekê bi bîr anî.   Koordînasyona Kongreya Starê ya herêma Firatê navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi civînekê bi bîr anî. Di civînê de endamên saziya civaka sivîl, Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê, Jineolojî, Mala Jinê, Desteya Jinê, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi dehan welatiyên Kobanê beşdarî civînê bûn. Di eywanê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Bêrîtanê, ala Kongreya Star û wêneyên bûyerên ku bi keşfa dewleta tirk qewimînbûn hatibûn daliqandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Seyran Efrîn axivî.   'Bi çalakiya Bêrîtanê re tevgera jinê xurtir bû'   Seyranê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Bêrîtanê û wiha got: "Ji salên 90'î ve heta vê rojê jî hîna xeta îxanetê didome.    Her kes bi berxwedana Bêrîtanê hesiya û dît ku ji bo teslîm nebe çawa xwe ji zinarê avêt. Bêrîtanê ji bo bi saxî nekeve destên xayinan xwe ji zinarê avêt.    Bi çalakiya Bêrîtanê re artêşbûna jinê xurtir bû. Ev komploya di wê demê de hîn didome û hîn jî êrişên pêşmergeyan didomin.    Bêrîtanê ne tenê li dijî îxanetê şer dikir, di heman demê li dijî paşverûtî, desthilatdarî, şerê eşîrtiyê jî şerê azadiyê dikir. Bêrîtanê dixwest feraset û rastiya Rêbertî fam bike. Ji bo vê hewil dida. Li ser vê bingehê xwe xurt kir û tu carî îxanet qebûl nedir.  Girêdayî vê mijarê îro car din mît dixwaze xwe di nava me de zindî bike. Dijminê me bi vê yekê dixwaze bi îxanetê car din tevgera azadiyê bixe nava xeteriyê û ji holê rake. Divê em bi ruhê van hevalên têkoşer û fedekar cardin li xwe vegerin û xebatên xwe ji nû ve bidin ber çavên xwe. Sembola jiyanê Bêrîtan ji me re ronahî anî û artêşbûna jinê bi hêz kir."   Piştî axaftinê sînevîzyona li ser têkoşîna Bêrîtanê hat pêşkêşkirin.   Bîranîn bi dirûşmên "Bimre îxanet", "Bimre faşîzim", "Bijî berxwedan şehîd Bêrîtan" bi dawî bû.