Rapora binpêkirina mafan a Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat eşkerekirin 2021-10-25 14:09:34     WAN - Têkildarî binpêkirina mafan a di 14'ê Cotmehê de girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê pê rû bi rû man rapora hevpar a ÎHD, OHD û TUHAY-DER'ê hat ragihandin. Di raporê de hat diyarkirin îşkenceya li girtiyan nayê qebûlkirin û hat gotin divê têkildarî vê yekê lêpirsîn bê destpêkirin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komisyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê rapor kirin û bi raya giştî re parve kirin. Ji bo aşkerakirina raporê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîna çapameniyê hat lidarxistin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Karataş, reveberên OHD'ê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê Mûrat Atabay, gelek parêzer û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn.    'Îşkenceya li girtiyan nayê qebûlkirin'   Destpêkê Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar mafê axaftinê girt û diyar kir ku êdî bi awayekî hêsanî mafên mirovan li girtîgehan û li cihên tên binpêkirin û wiha got: "Lêdana girtiyan tiştekî bi kêfî ye û encama nêrîneke neyînî ye. Mehmeleya xerab a li dijî girtiyan û îşkenceya li wan nayê qebûlkirin.    Gardiyanan heqaret li girtiyan kirine   Piştre Parêzer Nedîm Sarisaç mafê axaftinê girt û diyar kir ku di 18'ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi girtiyan re hevdîtin kiriye û tiştên ku girtiyan ji wan re vegotibû wiha raigihand: "Di 14'ê cotmehê de bi hinceta ku wê girtiyên nû li şûna wan bên bicihkirin hat xwestin ku 4 qawişên girtîgehê bên valakirin. Girtiyan valakirina 2 qawişan qebûl kiriye û bi hinceta ku odeyên vala hene valakirina odeyên din qebûl nekirine. Gardiyanan heqaret li girtî H.A. û hevalên wî yên qawişê kiriye û li wan dane. Li dijî vê girtiyan çalakiya lêdana derî kiriye. Li ser vê 30 girtî birine odeya bisingêr û bi qasî nîv saetekîêbi awayekî qerebalix li vir bi girtiyên di karantînayê de hatine rawestandin. Di encama hevdîtinan de çalakî hatiye bidawîkirin û 30 girtiyan careke din anîne qawişên wan."    Girtî kirin odeyên bi singêr   Nedîm, da zanîn ku di 22'yê cotmehê de hevdîtineke din kirine û girtî O.E. ji wan re ragihandiye ku di 20'ê cotmehê de bi ser qawişên wan de hatiye girtin û li 15 girtiyan dane û heqaret li wan kirine û piştre wan girtine odeya bisingêr. Nedîm, destnîşan kir ku bi rêveberiya girtîgehê re jî hevdîtin kirine û midurê girtîgehê ji wan re ragihandiye ku xwestine qawişan biguherînin û ji ber ku girtiyan guhertina 2 qawişan qebûl nekirine mudaxaleyî wan kirine û 30 girtî kirine odeya bisingêr û piştre wan dîsa birine qawişên wan. Nedîm,  bi lêv kir ku xwestine bi dozgerê girtîgehê re jî hevdîtinê bikin lê nehatiye qebûlkirin.    Piştî Nedîm, Parêzer Ekîn Yeter jî derbarê binpêkirinên mafan û nirxandinên qanûnî û qedeyên mehmeleya xerab û îşkenceyê de axivî û xwest ku derbarê personelên girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin.