Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 231'ê de ye: Bêdeng nemînin 2021-10-25 13:10:01     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li ser Edliyeya Rihayê di roja 231'ê de didomînin gotin:"Ji vê qêrînê re bêdeng nemînin."   Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ku sê ferdên mala xwe di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, ji 9’ê Adarê ve Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê digire. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 231'ê de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê hat ber edliyeyê û dest bi çalakiya nobetê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: "Pêwîst e edaleta wekhev û ji bo her kesî edalet li Edliyeya Rihayê dest pê bike. Çimkî dayikek 65 salî ku mala wê xera bûye, dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe heye. Ji vê qêrînê re bêdeng nemînin."