Li Silopiyê şahî û turnuvaya futbolê pêk hat 2021-10-25 08:30:42   ŞIRNEX - Li Silopiyê ji bo ciwanan şahiyek hat organîzekirin û piştî şahiyê fînala Turnuvaya Futbolê ya Ozan Yildiz pêk hat. Di musabakayê de Koma Zapê, bi 4-1 ê Koma Gola Wanê maglûp kir.   Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi dirûşmeya “Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin" fînala Turnuvaya Futbolê ya Ozan Yildizê li dar xistin. Beriya fînalê şahî hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Dêrsîm Dag, Nuran Îmîr û Sezaî Temellî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, 6 tîmên ku ji bo fînalê ji  Ege, Marmara, Çukurova, Serhat, Amed û  Sîlopî hatin. Her wiha bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de ciwanan tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi têkoşînê bi ser kevin” hatin berzkirin. Beriya maça fînalê, girse bi tilîlî û nîşaneya serkeftinê govend gerand.    ‘Em ê destûrê nedin wan’   Piştî govendê, Hevşaredara Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan, anî ziman ku li dijî hemû astengiyên li ser jin û ciwanan tên meşandin ew li ber xwe didin û wiha got: “Li dijî fuhuş, tiryak, tacîz û tecawizê em ê li qadan bin û berxwedana xwe bidomînin. Em ê destûrê nedin ku ehlaqê civaka me bê xirap kirin. Kesên ku vî tiştê belav dike em baş nas dikin. Ew jî çetene. Em ê destûrê nedin wan.”   ‘Ciwanên kurd li dijî vê yekê li ber xwe dide’   Piştre Dêrsîm Dag a HDP’yî axivî û diyar kir ku kesên dixwazin ciwanan tiryakê bidin bikar anîn û nezan bihêlin di vî şahiyê de peyama xwe girtiye. Dêrsîm, destnîşan kir ku ciwanên kurd di têkoşîna azadiyê de tim li ser nigan e û wiha domand: “Li dijî ciwanan şerê taybet ku tê meşandin ciwan li ber xwe didin. Li Kurdistan û metropolên Tirkiyê ciwanên ku dijîn dixwazin berê wan bidin fuhuş, tiryak û sixuriyê. Ciwanên kurd li dijî vê yekê li ber xwe dide û xwedî li doza xwe derdikeve.”    ‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin’   Dêrsîm, dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îktîdar ciwanan ji berxwedana wan dide dûrxistin û dixwaze wan bêesil bihêle û wiha bi lêv kir: “Bila baş bê zanîn kul i dijî van polîtîkayên taybet dê ciwan tim li ber xwe bidin. Dê tu kes nikaribe pêşiya têkoşîna me bisekine. Ciwanên kurd li Rojava li ber xwe didin. Dîsa li Başûr li dijî faşîzmê têdikoşin û xwedî nirxên xwe derdikevin. Ciwanên kurd çawa ku li Rojava bi ser ketin, çawa li Kobanê neketin dê li Silopî, Amed û Wanê jî nekevin. Em silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd re dişînin ku ciwan û gelê kurd ji vî zilmê xilas kir. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin. Serkeftin dê bibe ya gelê kurd û ciwanan.”   ‘Li Tirkiyê êdî dem dema gîhertinê ye’   Herî dawî Sezaî Temellî axivî û wî jî bi gotina Yilmaz Guney a “Dost û dijmin bila bizanibe ku em ê bi ser kevin, em ê teqez bi ser kevin” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Îqtîdara heyî xwe bi dijminatiya li dijî kurdan û komkujiyan ser nigan digire. Ciwanên kûr li dijî vê pergalê hatin cem hevdû û piştgiriyê dan. Bi vî gava yekem a azadiya civakê avêt. Li Tirkiyê êdî dem dema gîhertinê ye. Êdî rêya îktîdara AKP û MHP’ê nemaye."    Bal kişandin ser tecrîdê   Piştî şahî û axaftinan mûsabakayên fînalê ya Turnuvaya Futbolê ya Ozan Yildiz hat lîstin. Tîmen, Koma Gola Wanê û Koma Zapê, bal kişandin ser tecrîdê û bi pankarta “Em ciwan bi rihê Bêrîtanan tecrîdê bişkînin û yekitiya netewî ava bikin” tevlî bûn.  Di maça fînalê de Koma Zapê, bi 4-1 ê Koma Gola Wanê maglûp kirin. Kûpeya Zap Sporê Dêrsîm Dag a HDP’yî da. Bername, piştî diyariyên Şaredariya Silopiyê hat dayîn ve bi dawî bû.