Ji Kongreya Star berteka cezayê 30 salan: Em ê bibin kelema çavê dijminan 2021-10-24 16:17:48     QAMIŞLO - Koordînasyoya Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nivîskî birîna 30 sal ceza li Ayşe Gokkan şermezar kir û got: "Em ê her bibin kelema çavê dijminan. Banga me ew e em bi têkoşîna xwe li dijî vê hişmendiyê bi ser kevin û azadiya xwe misoger bikin."   Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdiaya "Rêvebira rêxistinê", "Endamtiya Rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn dadgeha cezayê giran a Amedê rojên borî hatibû dîtin, dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Li dijî vê yekê Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê cezayê ku hatî dayîn şermezar kir.   Daxuyanî wiha ye:   "Di dema ku kurd bi hemû rê û rêbazên aştiyane hewil didin ku hebûna xwe li ser vê erdê misoger bikin, ji aliyê dewletên hegemonîk ve û Dewleta Tirkiyê li hember qirkirinê tên. Qirkirinekî ku bi tu awayî di sedsala 21'an de nehatiye dîtin, an nehatiye bihîstin. Dema ku dibêje kurd, misoger tu dibêjî jin û dema tu dibêjî jin mûhaqaq tu dibêjî serkeftin, azadî û serfirazî. Ji ber prensîpên ku îdeaya rizgariya jin j ibo serkeftinê esas girtiye, helbet hebûna wê û tevgera wê pêwiste azad û serbest be. Lê li hember ewqas têkoşîn îspata hebûna xwe weke Gelê Kurd, îspata xwe weke jina kurd, ewqase zext, zordarî, zehmetî û îşkencekirin û ji mafê jiyanê bê par mayîn dikin para gel û jinên kurdan û azadîxwazan.    Ayşe ji bo xwedî derketina mafê jinan têdikoşe   Li Rojayê Kurdistanê Hevrîn, yadê Eqîde, Zehra û yadê Emîne, li Başurê Kurdistanê Şîlan û Tolhildan, li Rojhilatê Kurdistanê bi darvekirin û surgûn kirin û li Bakurê Kurdistanê Leyla Guven û niha jî Ayşe Gokkan ya ku bi cezaya 30 salî hatî dayîn ve. Ayşe Gokkan jina kurd ku helwesta xwe bi ketina greva mirinê da diyar kirin ji bo ku Rojava û Bakur bi dîwaran ji hev qut nebe. Îro bi hebûna wê di girtîgeha jinan a Amedê de, hate sûcdarkirin ku Endama Rêxistinê ye û Rêveberiya Rêxistinê ye. Ayşe Gokkan Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bakurê Kurdistanê ji bo xwedîderketina li mafê hemû jinan têkoşîn dida û mafên jinan ji jinan dida naskirin. Her wiha ji ber nivîsandina rewşa jinan li girtîgehê îdiaya disiplînê hat dayîn.   Bi têkoşîna jinan li dijî hişmendiyê bisekinin   Ev yek iflasa dewleta tirk dide diyar kirin ku jinên bê sûc ji bo mafê jiyaneke azad têdikoşin têne dîl girtin û bi cezayên giran û neheq di girtîgehan de jiyan dikin. Em wek Rêxistina Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku, hûn di zinanan de em jî li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê li kolanan û bi rêxistinkirina saziyan em ê ji bo doza xwe ya jiyana azad danakevin xwer. Em ê her bibin kelema çavê dijminan. Banga me ew e em bi têkoşîna xwe li dijî vê hişmendiyê bi ser kevin û azadiya xwe misoger bikin."