Hevseroka HDP'ê Yadîşen sirgunî girtîgeheke din kirin 2021-10-24 13:42:47     WAN - Hevseroka HDP’a Wanê ya berê Yadîşen Karabûlak ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtîbû, sirgûnî girtîgeheke din hat kirin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ya berê Yadîşen Karabûlak, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku salek e lê girtîbû, sirgûnî girtîgeheke din hate kirin. Yadîşen a di 21 'ê Cotmehê de du caran ji bo testa vîrûsa koronayê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hatibû kirin, roja din sirgûnî girtîgeheke din hat kirin.    Hat diyarkirin ku malbat û parêzerên Karabûlak nehatine agahdarkirin ku sirgûnî kîjan girtîgehê bûye.