Ji Mexmûriyan peyama 'Em ê bi rêberê xwe re azad bijîn' 2021-10-24 13:40:49     MEXMÛR - Derbarê cezayê ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî birîn de, li Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Gel û Meclisa Îştar daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Ji bo em tecrîta li Îmraliyê tê meşandin têk bibin divê heya kêliya dawî em têbikoşin."    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in bê navber berdewam dike. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû lê ev hevdîtin di nîviyê de hatibû qût kirin. Ji wê rojê û şunde heya niha tu agahî ji Ocalan ne hatiye girtin. Derket holê ku di 6'ê îlona 2018'an de bi hinceta ku Ocalan di dema "sporê" de "volta avêtiye" 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re lê hatiye birîn. Her wiha di 14'ê Îlonê de heman ceza ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatiye birîn.     Derbarê mijarê de bi pêngiya Meclisa Gel û Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endama peywendiyên derve a Meclisa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve hat xwendin.   'Li Îmraliyê îşkenceyeke sîstematîk heye'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dizanin ku ev 23 sal in sîstema Îmraliyê sîstema tecrîtê û sîstema biryardayîna qirkirina Gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de tê meşandin. Ev sîstema Îmraliyê bi destê hêzên desthilatdar hêzên global yên cîhanî û taybet bi nobedariya dewleta Tirk ya faşîst Gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de careke din di qirkirinan re derbaz bikin. Carek din bi bê îradebûnê re derbaz bikin. Berxwedanekî herî mezin Rêber Apo ev 23 sal in di nava tecrîtek girankirî û sîstemek ya îşkencê de dimeşîne. Li hemberî vê berxwedan û tekoşîna Rêber Apo dewleta Tirk û hêzên desthilatdar têkçune lewma her roja ku diçe îşkenceya li Îmralî bi rêbazên cuda xwe dide der.   Di şexsê Rêber Apo de îşkence li kurdan dikin   Me zanî ku di sala 2018’an de ji ber ku Rêber Apo di girtîgehê de volta avêtiye 3 meh cezayê hevdîtina hatiye dayîn. Li rexmê ku ev ji aliyê hemû cîhan û saziyên mafên mirovan û CPT ve tê zanîn kes dengê xwe dernaxin û bêdengiya xwe di parêzin. Tê zanîn ku di hemû zîndanan de mafê girtiyan yê volta avêtin û meşê heye, lê ev maf ji Rêbertiya me tê girtin û dixwazin di şexsê Rêber Apo de qirkirinekê li ser Gelê Kurd bidin meşandin. Em dizanin dîlgirtina Rêber Apo, hebûna Rêber Apo di sîstema Îmraliyê de li gora berjewendiyên hêzên desthilatdar yên siyasî û tu carî tê meşandin. Ev hêzên desthilatdar hemû nirxên civakan dikin qurbana berjewendiyên xwe. Lê em weke Gelê Kurd tu carê fêrî dîlbûna Rêber Apo nebûne emê fêrî tecrît û îşkenceya ku di şexsê Rêber Apo de li ser Gelê Kurd tê rêvebirin nebin.    Berxwedaneke bi heybet tê meşandin   Ji bo wê yekê weke wargeha Şehîd Rustem Cudî em bang li Gelê Kurd dikin ku li hemberî vê bêmafiya li ser Gelê Kurd tê meşandin dengê xwe bilind bikiı. têbikoşin û serî rakin. Em dibînin ku dewleta Tirk li her çar aliyan êrişê li ser nirxê Gelê Kurd dike, çewa ku bi dehan care êrişî li ser wargeha me ku dixwaze bi vînek azad jiyan bike, dike. Niha jî li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya tirk em dibînin ku berxwedanekî çewa mezin û bi heybet tê meşandin.    Em ê bi azad bijîn    Em weke Gelê Kurd dema li derdora Rêbertî bûn xelekek ji agir, dema ku em li derdora hêzên xwe yên parastinê bûn hêza tekoşînê wê demê em ê bikarin bi rastî aştiyekî mayînde azabûnekî mayînde bînin Kurdistanê. Ji bo wê yekê em weke gelê wargehê dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye, azadiya Rêber Apo azadiya mirov û xwezayê ye. Ji bo wê em ê tecrîta li Îmraliyê tê meşandin bi rûxînin û li hemberî vê heya kêliya dawî têbikoşin ji bo em bikarin li ser xakekî azad bi rêbertiyek azad re bijîn.    Em li ser navê wargeha Mexmûrê bang li Gelê Kurd dikin ku li nirxên xwe kerameta xwe xwedî derkevin. Nirxê me yê herî pîroz şehîdên me ne, Rêbertiya me ye, nirxê me yê, ya herî pîroz xaka Kurdistanê û civaka me ya exlaqiye."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.