Qetilkirina jina ducanî Neimet li Helebê hat şermezarkirin 2021-10-24 12:34:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Civaka Sivîl Tev-Dem a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê li Efrînê qetilkirina jina ducanî Neimet Behcet Şêxo şermezar kir û got: "Em bang li saziyên mirovî û dewletên navnetewî dikin ku bêdeng nebin û li dijî van kiryarên hovane yên ku li Efrînê diqewimin bertek nîşan bidin.”         Jina ducanî ya bi navê Neimet Behcet Şêxo ya 32 salî ji gundê Qupê ya navçeya Reco Efrînê Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê, li Efrînê ji aliyê çeteyan ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Derbarê kuştina wê de saziyên civaka sivîl Tev-Dem a bajarê Helebê li taxa Şêxmeqsûdê daxuyanî dan. Bi dehan endamên sazî û destgehên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Wêneyê Neimet Behcet Şêxo û alên Kongre Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê rêveberiya Mekteba Saziya Civaka Sivîl Yara Hesko ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kiryarên ku di herêma Efrîna dagirker de diqwime kiryarên li dijî mirovahiyê ye, dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jinê hedef digire. Bi awayekî qirêj nêzî gelê Efrînê dibe. Mîna kuştin revandina jinan, zeweca mecbûrî, zewaca bi temenê biçûk û revandina zarokan.    Jina bi navê Neimet Behcet Şêxo ya ducanî li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat hedefgirtin. Dema diçe bi hevjînê xwe re diçe nexweşxaneyê, li Nexweşxaneya Qenberê ji aliyê polîsên tirk ve tê girtin. Di heman rojê de teqînek li çerxeya Kawa çê dibe vê yeke dikin hincet û jina ducanî bi zaroka wê ve qetil dikin. Neimet bi hinceta hatiye xwe biteqîne hat sûcdar dikin, çiqas ji çeteyan re behsa rewşa xwe dike jî çete guh nedan wê. Neimet 6 seatan bi îşkenceyê re rûbirû ma û piştî 6 seat şûn de jiyana xwe ji dest da. Çeteyan înkarkirin ku di encama işkenceyên giran de jiyana xwe ji dest nedaye û gotin bi korone jiyana xwe ji dest daye.   Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha 84 jin hatine kuştin, 6 jin ji ber destdirêjiyê dawî li jiyana xwe anîn. Hezar jin jî hatine rewandin. Ev kiryar li dijî mirovahiyê ne. Li gorî madeya 27’an yê Cinêvê ya çaremîn divê jin werin paristin û nabe tu destdirêjî li ser wan were kirin.    Em li ser navê saziyên civakî yên sivîl ên li Helebê van kiryarên hovane yên ku li Efrînê diqewimin şermezar dikin. Em bang li saziyên mirovî û hemû dewletên navnetewî dikin ku bêdeng nebin, bi karê xwe yê exlaqî rabin û li dijî van kiryarên hovane yên ku li Efrînê diqewimin bertek nîşan bidin.”        Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.