Li Girtîgeha Bandirmayê dest xistin ser pirtûka kurdî 2021-10-23 10:32:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara Duyemîn a Bandirmaya Balikkesirê îdareya girtîgehê dest xist ser pirûka kurdî ya mehek berê malbata girtî jê re şandibû.    Mustafa Acet ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara Duyemîn a Bandirmaya Balikkesirê tê girtin bi malbata xwe bi rêya telefonê axivî ragihand ku rêveberiya girtîgehê dest xistiye ser pirtûka bi kurdî ya Bahaddin Robar a bi navê 'Antolojya Dengbêjên Botanê'. Her wiha dest xistin ser şelwer û kefîyên ku hatibûn şandin.