Li Silopiyê turnuvaya fûtbolê hat lidarxistin 2021-10-23 09:23:42   ŞIRNEX - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya "Tovên Girêdanê Têk Bibin" li 6 herêman turnuvaya fûtbolê dabû destpêkirin û tîmen bûne yekemîn li hemberî hev lîstin.   Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya "Tovên Girêdanê Têk Bibin" li 6 herêman turnuvaya fûtbolê dabû destpêkirin û tîmen bûne yekemîn li Tesîsa Şaredariya Silopiyê anîn cem hev. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavluk, rêvebiriya HDP’ê ya Silopiyê û bi sedan kes tevlî turnuvayê bûn. Li cihê lîstokê pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” hat daliqandin. Her wiha wêneyên Denîz Poyraz, Ozan Yildiz û Cegerxwîn hat daliqandin.     Turnuva piştî qedeyek rêzgirtinê dest pê kir. Koma Gola Wanê bi pankarta “Zarok bêdeng dimîne, tu bêdeng nemîne” ve ketin qadê. Di serî de Koma Rêhevalên Denîz û Koma Hûrriyet a Çûkûrova li hemberî hev lîstin. Koma Hûrriyet a Çûkûrova bi 7-2’an bi ser ket. Piştre Koma Gola Wanê û Koma Amedê lîstin û Koma Gola Wanê 7-0 maglûp kirin. Herî dawî Koma Seyrantepe û Koma Zapê lîstin. Koma Zapê bi 5-1’an bi ser ket.   Kesên ku maç temaşe dikirin tim dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.   Fînala turnuvayê di 24’ê Cotmehê de roja yekşemê li Tesîsa Şaredariya Silopiyê saet di 19.00’an de dê bi lidarxistina şahiyê bê lîstin.