ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-23 09:00:00   *PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê di 24'ê Cotmehê de bernameya îmzekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de li dar bixin. Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna ji bo bernameya roja îmzekirinê wiha bang kir:"Bila hemû kurd xwedî li pênûs û berhemên nivîskarên di zindanan de derkevin." DÎMEN HEYE   *Li Amedê bertekên li hemberî cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn didome. Jinan da zanîn ku dozger, dadger û dadgeh di bin kontrola desthîlatdariya siyasî de ye û gotin: "Em li hemberê polîtîkayên bi vî rengî tu carî paşve gav navêjin. Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin."  BI DÎMEN    *Heyat A. ya ku li dijî TOKÎ'yên li ser hafizaya civakê tê lêkirin bi bertek e diyar kir ku gel mecbûrî TOKÎ'yan tê hiştin û wiha got:"TOKÎ li ser xwîna me hat avakirin." DÎMEN HEYE   *Pispora Beşa Welidîn û Nexweşiyên Jinan Dr. Ruhnaz Yilmaz da zanîn dema derbasbûna menopoz û piştî wê guherînên beden û psîkolojîk tên jiyîn û got li dijî vê pêkanîna egzersizan gelek girîng e.   *Gumanbar Sînan Ergîn ku hewl da Çîgdem Ergîn qetil bike û bû sedema felçbûna wê, 7 meh in nehatiye girtin. Çîgdemê berteka "Yên ez mahkûmê erdê kirim, bila cezayê xwe bikşînin" da. DÎMEN HEYE