Kongreya Star êrişa li Kobanê şermezar kir 2021-10-21 15:40:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star êrişa li dijî erebeyeke sivîlan li Kobanê, şermezar kir û got: "Em bang li rêxistinên jinan dikin ku li pêşiya van êrişên li dijî sivîlan ku zirarê dide jin û civakê, bibin yek."    Têkildarî êrişa li Kobanê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hedefgirtina erebeyeke sivîlan li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Kobanê hat şermezarkirin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk li pêş çavên civata navneteweyî van êrişan dike ku heta niha helwestek li hemberî van êrişên li dijî serdestiya dewleteke cîran nedaye. Dewleta Tirk bi rêya êrişan, qutkirina avê û ferzkirina dorpêçê armanc dike projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. Ji bo ku herêmê vala bike û şêniyan bide koçberkirin, gefan li herêmê dixwe.   Koordînasyona Kongreya Star bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin û sivîlan ji van sûcên dermirovî biparêzin. Dewleta Tirk jinan jî dike hedef. Di 23`yê Hezîrana 2020`an de li gundê Helincê yê Kobanê 3 endamên pêşeng ên Kongreya Star şehîd xistin.   Her wiha em bang li rêxistinên jinan dikin ku li pêşiya van êrişên li dijî sivîlan ku zirarê dide jin û civakê, bibin yek."