109 rewşenbîrî bang li NY'yê kir: Li bikaranîna çekên kîmyewî bipirse 2021-10-21 15:04:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Avaşîn, Zap û Metînayê de, 109 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevan, hîndekar ên Herêma Federal a Kurdistan û Iraqî bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Rêveber a OPCW'ê kirin ku dest bi lêpirsînê bikin.   Komek rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevan û hîndekar ên ji Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê, di 15'ê cotmehê de ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re name şandin. Hat ragihandin ku Tirkiye demeke dirêj e li Herêma Federal a Kurdistanê operasyonên leşkerî dike, giraniyê dide ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê û hewl dide van herêman ji mirovan xalî bike.   Di nameyan de wiha hat gotin: "Artêşa Tirk ji sala 1983'yan û vir ve operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor li ser xaka Iraqê dike. Operasyona ku 23'ê Nîsana 2021'ê dest pê kir asta herî dawî ya van operasyonan e. Her wiha asteke nû ya polîtîkayên herêmî yên Tirkiyeyê nîşan dide û Tirkiye dixwaze li Iraqê xaka Kurdan bi berfirehî dagir bike. Operasyonên leşkerî yên dawî bi taybetî li Amediyê, bejahiya Duhokê, herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê hatin meşandin. Di encamê de gelek sivîlan herêm terikandin û ev herêm veguherîn zeviyên bêxwedî. Nêzî 40 sal in gerîlayên PKK'ê li vê herêmê ne û pêşî li pêşveçûna artêşa Tirk girtin.    Artêşa Tirk a ku ji 23'yê Nîsana 2021'ê û vir ve di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de bi ser neketiye û li bersivdayîna endamên PKK'ê re asê mane û çekên qedexekirî yên dikevin ber peymana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi kar tîne.   Artêşa Tirk ku nikare xeta parastinê ya gerîla têk bibe, çekên kîmyewî serûber bi kar tîne û ev yek hem bandorê li gerîla hem jî li xelkê sivîl dike. Îdîa hene ku dibêjin artêşa Tirk çekên ji aliyê OPCW ve hatine qedexekirin, bi cih kiriye. Ev îdîa bi dîmen û raporên cuda yên bi mehan e li medyayê têne weşandin, têne piştrastkirin.    Bi daxwaza OPCW û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, lêkolînerên serbixwe dikarin li Avaşîn, Zap û Metînayê lêkolînê bikin û daneyên xwe kom bikin.   Em weke parlamenter, rojnamevan, rewşenbîr, aktîvîstên mafên jinan, aktîvîstên mafên mirovan û endamên civaka sivîl em bang li we dikin ku tavilê komîsyoneke serbixwe bişînin herêman û lêpirsînê bidin destpêkirin. Meşandina vê lêpirsînê ne tenê erkekî hiqûqî û saziyî ye, di heman demê de wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye."