'Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn li dijî têkoşîna jinê êrişek e' 2021-10-21 14:39:31     ŞIRNEX - TJA'yê, li Şirnexê derbarê Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan de ku 30 sal ceza jê re hat dayîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Dersîm Dag a HDP'yî ya bertek nîşanê biryarê da wiha got: "Ev ceza di şexsê Ayşe Gokkan de li hemû jinan hatiye birîn. Têkoşîna me bi hezaran Ayşe Gokkanan re dewam bike."    Ji Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan re 30 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Têkildarî mijarê TJA'yê li ber avahiya HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ayşe Gokkan ne bi tenê ye, têkoşîna jinê nayê darizandin" hat vekirin.    'Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn li dijî têkoşîna jinê êrişek e'   Di daxuyaniyê de Dersîm Dag a HDP'yî axivî û cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn şermezar kir û got ku ne cara yekem e ku êrîşê têkoşîna jinê tê kirin. Dersîmê, anî ziman ku cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn di şexsê wê de li dijî têkoşîna jinê êrîşeke û wiha got: "Ji bo ku têkoşîna jinê asteng bikin ev ceza dan. Ne cara yekem e ku êrîşî jinê tê kirin. Ayşe Gokkan heta niha 83 caran hat binçavkirin û girtin û derbarê wê de doz hatin vekirin. Di girtîgehê de ma. Lê belê dîsa jî li hember pergala desthilatdar serî netewand. "   'Li dijî hemû jinan e'   Dersîmê, destnîşan kir ku li dijî têkoşîna jinê êrîşek hovane tê kirin û wiha dirêjî dad axaftina xwe: "Cezayê ku li Ayşe Gokkan hat birîn di şexsê wê de li dijî hemû jinan e. Ji Gultan Kişanak, Aysel Tûgluk û heta Ayşe Gokkan tu jinê li ber lîstokên hiqûqa îktîdarê serê xwe netewand."   'Em cezayê hatiye birîn nas nakin'   Dersîmê, di dawiya axaftina xwe de got ew cezayê hatiye birîn nas nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna me ya azadiyê dê heta dawiyê bidome. Ev bêhiqûqî nikare pêşiya têkoşîna me bide girtin. Em her roj bi hêztir û biryartir dibin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em jin di rêya Ayşe Gokkan, Gultan Kişanak û Aysel Tûgluk de ne. Tu hêz nikare têkoşîna me bide sekinandin. Em biryarên dadgehan nas nakin. Li dijî êrîşên li ser jinê têkoşîna me berdewam bike. Wekî ku Ayşe Gokkan gotibû em kurd in, li vir in û her tim li qadan in. Têkoşîna azadiya jinê dê bidome. Têkoşîna me bi hezaran Ayşe Gokkanan re dewam bike."    Daxuyanî, bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.