Rêveberiya Xweser malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir 2021-10-21 11:06:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir û ev tişt pêşketineke girîng e.    Parlamentoya Katalonya di salvegera rizgarkirina paytexta DAÎŞ’ê Reqayê de, bi awayekî fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. 111 parlamenteran dengê erê dan û 18 parlamenteran jî dengê ‘Na’ dan. Parlamentoya Katalonyayê bû yekem parlamentoya ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bike.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser naskirina Rêveberiya Xweser spasiya Herêma Katalonya kir.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 20'ê cotmehê Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir. Îtirafkirina Parlementoya Herêma Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketinek girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Her wiha rêbazek ber bi pêkanîna yekitiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike, piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin.   Em spasiya dostên xwe li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwestên wan ên dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em ê ber pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.”