Zaroka li Wêranşarê wesayeta zirxî lê qelibî ji mirinê filitî 2021-10-21 10:57:13     RIHA - Zaroka li Wêranşarê wesayeta zirxî lê qelibî bi giranî birîndar bibû, ji mirinê filitî.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, duh di saetên nîvro de maşînekeyeke zirxî li ser kolana PTT'ê li zaroka bi navê N. D. (5) qelibîbû û bi giranî wê birîndar kiribû. Hat diyarkirin ku piyên wê ji 4 cihan ve şikestiye û saet û nîvekê di emeliyata maye û xetereya mirinê ji ser xwe avêtiye.    Bavê wê Eyup D. diyar kir ku emeliyata keça wî serkeftî derbas bûye û ev tişt got: "Emeliyat serkeftî derbas bû. Di piyên wê de 4 şikandin hatin tespîtkirin. Wê platîn bikin piyê wê. Girtin beşa asayî."