Perîhan Agaoglu: Zimanê jê re dibêjin 'X' zimanê 40 milyonî ye 2021-10-21 09:04:01     Medya Uren   MÊRDÎN - Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê ji bo nûnertiya xwe veke dest bi xebatan kir. Perîhan Agaoglu ya HDP'yî têkildarî xebatên platformê yên ku li Mêrdînê tên kirin agahî da û got:"Yek ji zimanê herî kevin û dewlemend, zimanê kurdî ye. Lê weke zimanekî qedexe, weke 'X' tê binavkirin. Ev ji bo dîroka mirovahiyê şermek mezin e. Heta zimanê me bi awayekî azad bê axaftin em ê wekî jinên kurd têbikoşin."   Platforma Zimanê Kûrdî (PZK) ji bo li Mêrdînê nûnertiya xwe ava bike bi partiyên siyasî û zimanzanan re li hev kom bû. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê  Perîhan Agaoglu ya ku di nûnertiya platformê ya Mêrdînê de cih digire diyar kir ku heta zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê ew ê têbikoşin û tora xwe mezin bikin.   'Qedexekirina ziman nîjadperestî bi xwe ye'   Perîhanê di destpêka axaftina xwe de wiha got:"Ziman hebûna civakekê ye û emperyalîzim li ser bişaftina ziman xwe dide avakirin. Ji bo li welatekî hakim be zimanê xwe ferz dike û zimanên din biçûk dixîne. Îro jî li dijî gelê kurd bişaftin pêk tê. Dixwazin bi vî rengî gelekî qir bikin. Em mînakên vê qirkirinê di sedsala 21'emîn de jî dibînin. Li dibistanan, li nexweşxaneyan, li cihên fermî zarokên me, dayikên me nikarin xwe bînin ziman. Navê kuçeyên me gundên me bi tirkî tên nivîsandin. Li Mêrdînê dema sela tê xwendin bi zimanê tirkî û erebî tê xwendin. Ji derveyî wê li Mêrdînê zimanê kurmancî û suryanî tê axaftin. Lê ev ziman tune tên hesibandin. Ev polîtîkayên reşkirina civakekê ye. Nîjadperestî bi xwe ye."   'Zimanê jê re dibêjin 'X' zimanê 40 milyonî ye'   Perîhanê da zanîn ji bo bişaftina ziman hemû rêbazên weke koçberî, komkujî, gef, girtin pêk hatin. Perîhanê wiha diyar kir:"Ji bo desthilatdariya xwe her tişt rewa dîtin. Herî dawî jî kurdî weke zimanê 'X' hate ravekirin. Em bînin bîra wan 40 milyon kurd bi vî zimanî diaxivin. Siyasetmedarên tirk gotin 'zimanê kurdî têr nake ku bi wê perwerde were dayîn'. Kesên vê şîroveyê dikin bila zehmet bikin ku hinek lêkolînan jî bikin. Ev gotin ji bo xistina gelê kurd û tunehesibandina wan tên bikaranîn. Em qebûl nakin. Lewra niha bi zimanê kurdî li gelek deveran perwerde tê dayîn, nexweşxane hatine vekirin, sazî û dezgeh û partî hatine avakirin. Bi zimanê kurdî bi sedan bi hezaran pirtûk, rojname derdikevin. Heta niha kêmasiyek nehatiye dîtin."   'Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî'   Perîhanê daxwaza divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî bi bîr xist û wiha pê de çû:"Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî, divê xalên makezagonê yên dibin asteng werin guherîn. Weke xelatekê qenala 'Trt Kurdî' vekirine. Lê ew ne qenalek fêrker e, ew di bin berjwendiyên siyaseta îqtidarê de ye. Ango ev têr jî nake. Divê bi kurdî bijîşkî were kirin, divê dozgerî û dadwerî were kirin. Pêwîst e dibistanên bi zimanê kurdî werin vekirin û ev jî heta zanîngehê berdewam bike. Divê kurd jî bikaribin pirsgirêkên xwe bi awayekî azad bi zimanê xwe çareser bikin."   'Em ê tora xwe mezin bikin'   Perîhanê herî dawî jî wiha diyar kir:"Em ê weke platform tora xwe mezin bikin û xebatên xwe bidin destpêkirin. Gelek bernameyên me hene ku wê di demên pêş de ji raya giştî ren hîn berfirehtir werin eşkerekirin. Em ê panelan, çalakiyan li dar bixin, perwerdeyê bidin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em ê li Mêrdînê xebatan bidomînin. Em bi bawer in wê gel piştgiriyê bide platformê."