Li hemberî cezayê Ayşeyê bertek: Em li vir in! 2021-10-20 16:50:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina doza Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de dadgehê 30 sal ceza da Ayşe Gokkan. Sazî û rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan.    23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Sazî û rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan û gotin ji bo jinan bitirsînin biryarek wisa hatiye dayîn.    Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP): Ceza dayîna Ayşe Gokkan tê wateya hedef girtina têkoşîna azadiya jinê û destkeftiyên jinan. Lê divê bê zanîn ku jin dê li dijî serdestiya mêr têkoşîna xwe bidomîne. Em li vir in û em natirsin!    Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): Pergala serdest a mêr di şexsê Ayşe Gokkan de têkoşîna azadiya jinê hedef digire û ji ber vê sedemê jî 30 sal ceza li Ayşeyê birîn. Bi cezayan hûn nikarin Ayşe Gokkan bêdeng bikin.    Plantforma Jinan a Enqerê: Cezayê ku dan Ayşe Gokkan, dan têkoşîna jinan. Em ê li hemberî daraza ku aktîvîstên jin ceza dike têkoşîna xwe bidomînin.   Jin bi hev re bi Hêz in: Ji ber hevala me ya têkoşînê Ayşe Gokkan siyasetê dike 30 sal ceza lê birîn. Ew bi awayekî adîl nehat darizandin. Em vê biryara li dijî têkoşîna jina kurd qebûl nakin.    Seroka Komeleya Dema Jinê Dilek Başalan:30 sal ceza li Ayşe Gokkan birîn. Em ê li dijî daraza îktidara dixwaze tevgera jina kurd bike bin zextan têkoşîna xwe bidomînin.    Rizgariya Jinê: 30 ceza dan Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan. Em vê biryara daraza mêr nas nakin. Ji bo rêhevala me Ayşe azadî.    Ayşe Surucu: Em wekî Ayşe Gokkan diqêrin. "Em kurdin jin e li vir e."   Ayşe Berktay:Em cezayê dane Ayşe Gokkan nas nakin. Ev ne heq û hiqûq e. Ayşe Gokkan ne bi tenê ye.    Ayşe Acar Başaran: Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan ji ber jina kurd e û li dijî rejîma yekperest e loma 30 ceza lê hat birîn. Wekî Ayşe Gokkan dibêje:""Em kurdin jin e li vir e."