‘Bi tecrîdê mirina rihî tê armanckirin’ 2021-10-20 09:05:56     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Sevîl Karaaslan ya ji girtîgeha Şakranê tahliye bû, binpêkirinên mafan vegot. Sevîlê got tecrîda li girtîgeha tê meşandin, bi armanca ‘kuştina rih’ pêk pêk tê û şertê girtiyên nexweş vegot.   Zextên li girtîgehên Tirkiye û herêmê wek rêbazeke sîstematîk didome. Girtî bi hevkariya xizmên xwe binpêkirinan vedibêjin.  Girtiya bi navê Sevîl Karaaslan ya  5 sal û 7 mehan girtî ma, di 15’ê cotmehê de ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat tahliyekirin. Sevîlê da zanîn ku şertên tecrîdê her diçin giran dibin.   ‘Nexweşa pençeşêrê di hawira qelebalix de dimîne’   Sevîlê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got girtiya nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay ya li Şakranê girtiye, di hawira qelebalix de tê girtin û derman dereng tên dayîn, dermanên zêde nadinê. Sevîlê wiha berdewam kir: “Gelek girtî ji ber şertên girtîgehê bi nexweşiya ba, nexweşiyên kronîk yên cuda dikevin. Biçin nexweşxaneyê jî baş nayên dermankirin. Hevalên me yên 28 sal in girtîne hene. Yên nexweşên dil hene. Şertên girtîgehê jî zêdetir bandor dike. Divê ev kes ji stresê dûr bin. Lê em her tim di stresê de bûn. Xense Bulut pîr e, nexweşiyên wê hene. Xwarin û vexwarina wê zehmete. Me hewl dida em xwe baş bikin.”   Sevîlê her wiha destnîşan kir ku du koxuşên karantînayê hene û karantîna ne 15 roj, bi kesên diçin an jî yên nû tên re derdikeve heta 30 rojî.   Pirtûk tên sînorkirin, weşanên kurdî 3 salan nehatin dayîn   Sevîlê di berdewamiyê de wiha got: “Hejmara pirtûkan bi 10 hebî hatine sînorkirin. Ev ji bo kesên lêkolînê dike, zehmete. Pêşî li xwendina mirovan digirin. Ji derve pirtûkek bê du mehan de nikare bê, bê jî nadin. Me mantiqa vê hîna fêm nekiriye. Mirov pirtûkan dixwînin, du mehan de dixwazin yek din bixwînin. Ev pêkanînek qestî ya li girtiyên siyasî tê kirinê ye. Sê salan weşanên Kurdî nedan. Lİ cihekî wek Îzmîrê bi hinceta ku wergervanê Kurd lê tune pirtûk nayên dayîn.”   ‘Ji rewşa baş hincetan diafirînin’   Sevîlê her wiha daxuyakirin ku qertên ku parlamenteran di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de şandine jî piştî ‘qanûna rewşa baş’ ji aliyê lijneyê ve, bi hinceta ne başe nehatin dayîn. Sevîlê got: “Pêkanîna rewşa baş bi armanca tolgirtinê ye û ne qanûnek bi niyeta baş hatiye derxistinê ye. Hevalên muebetê û tahliyeya wan nêz hene. Ji meha çile heta niha yên ji 6 mehan zêdetirin girtîne hene.  Qerta Remziye Polat û  Ayşe Acar Başaran dikin hincet û gotin ne rewşa başe. Desteserkirina qertan aliyekî din yê tecrîdê ye. Tecrîd bi karantînayê zêdetir bû. Hevdîtinên parêzeran bi zor hatin kirin. Hevdîtin girtÎne, ji derve têkilî qut bûye. Ji derve tu kovarî nadin. Em ji kantînê bi pere dikarin bigirin.  Xaçepirsan nadin, pênûsên boyaxê nadin. Nahêlin em tiştekî bikin pêşî lê digirin. Hewl didin em di hundir de birizin. Belkî ne fîzîkî lê dixwazin bi rihî mirovan bikujin, bê îrade û hêvî bihêlin.   Hewl didin girtiyan ji hev veqetînin   Sevîlê  got girtîgeh li derveyê bajaran tên çêkirin, her wiha girtiyan surgunê bajarên din dikin û got ev jî tecrîde û ev tişt daxuyand: “Hewlestên dijminwarî yên gardiyanan hene. bi qanûna dawî re ev zêdetir bûn.Herî dawî di şeva 7’ê cotmehê de gardiyan bi cilên robokop ketin koxuşan. Helwestên êrîşakar çêbûn. Li ferz kirin ku me ji hev veqetînin. Ji xwe em du koxuş bûn. Hem hevalên di karantînayê de hem em ketin zorê. Em wek nasnameya siyasî ligel hevin. Dixwazin  koxuşên girtîgehê belav bikin. Ev jî bi armanca tunekirina rêxistinê dihat kirin. Di lêgerîna hûr de alavên me ji X-ray derbas dikrin. Nêzikatiyên heqeretwarî hene.”   Kabîna bi dîmen mirovan dike fikaran   Sevîlê di dawiya axaftina xwe de der barê zextên li girtîgehê de ev tişt vegot: “Di koxuşa em birin de diodeyekê de sê kes diman û li erdê radizan. Kaniya avê, teçhîzata ceyranê xera bû. Gelek qirêj bûn. Di koxuşa em diman de beriya wê faliyeta boyax badanê hatibû detpêkirin. Hinek beş me bixwe boyax kirin. Mehek derbas nebû em derxistin. Li dîwaran dijûnên zayendperest. Em di ser 30 kesî re bûn. Cihê saxlem yê koxuşê pergala kabîna bi dîmen bû. Em nizanin pêk bê an na. berê em ji koxuşê derdikevin me malbat didîtin. Lê îhtîmala ku ji ekranê bê dîtin mirovan dike fikaran. Me koxuşên ligel hev daxwaz kir. Koxuşa hember me ya karantînayê bû. Bi pîsiyê li dîwaran nivîs hatibûn nivîsîn. Ev moral xera neke jî hêrsa mirovan dihat.”