ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-20 09:00:00     * Gelek malbat ji zêdebûna bikaranîna hişbirê ya li navçeya Cizirê bi gazinc in û yek jî wan Selamet Tetîk e. Selamet ji bo kurê xwe yê ji hişbirê rizgar bike gelek têkoşîn daye û got: "Min serî li dozgeriyê da lê ji min re got 'Ji xwe ew zarok çûye, dev jê berde bihêle bila biçe'. Dewlet dixwaze ciwanên me bi hişbirê bikuje. Divê em dayik xwedî li zarokên xwe derkevin." BI DÎMEN    *Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed da zanîn ku li Efrînê derfetê jiyanê tune ye û wiha got:''Ji destpêka dewleta dagirker a tirk ketiye Efrînê heta niha bê navber binpêkirina mafan, kiryar, talan û revandina jinan dewam dikin. Bi guhertina demografîk, xwestina fîdyeyê ya ji bo kesên tên revandin, jêkirina darên zeytûnan tê xwestin îradeya mirovan bê şikandin." DÎMEN HEYE    *Ji aliyê HDP’ê ve bi şîara ‘jiyanek bêasteng ya nû jin ava dikin’ komxebat pêk anîn. Fatoş Karavelîoglu û Hatîce Betul Çelebî, diyar kirin ku ev xebata ji bo astengdaran gelekî girîng e û wiha got: “Pirsgirêka astengdariyê bi giştî, bi paradîgmayek nû, bi avakirina çandek nû wê bê çareserkirin. Me jî wek jinan, ji bo avakirina vê çandê gavek avêt.” DÎMEN HEYE    *Sevîl Karaaslan ya ji girtîgeha Şakranê tahliye bû, binpêkirinên mafan vegot. Sevîlê got tecrîda li girtîgeha tê meşandin, bi armanca ‘kuştina rih’ pêk pêk tê û şertê girtiyên nexweş vegot. BI DÎMEN