Însiyatîfa Ciwanên Amedê pêşangeha Ahmet Guneştekîn protesto kirin 2021-10-19 18:44:47   AMED - Însiyatîfa Ciwanên Amedê pêşangeha Ahmet Guneştekîn a bi navê Jûra Bîrê protesto kirin. Ciwanan tabûtên di pêşangehê de avêtin xwarê û bang kirin ku bila gelê Amedê xwedî li bîra xwe ya civakî derkeve.    Pêşengeha şêwekar Ahmet Guneştekîn ‘Jûra Bîrê’ 16'ê Cotmehê bi merasîmekê li Birca Keçê ya Sûrên Amedê hat vekirin. Pêşengeha Ahmet Guneştekîn, bi piştgiriya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û hin kombûnên taybet ve hat vekirin. Bertek û nerazîbûnên derheqê pêşengehê de her ku diçe mezintir dibe. Însiyatîfa Ciwanên Amedê pêşangeha Ahmet Güneştekîn protesto kirin.   'Ev xiyanetê li dijî nirxên Gelê Kurd e'   Ciwanan di pêşengehê de wiha bang li gel kir: "Ev ne pêşengeh e. Ev îxaneta hemû nirxên li ser Gelê Kurd e. Di bin navê pêşengehê de ev tabût malbatên me yên ku hatine qetil kirin e. Tabûtên cînayetên faîlî meçhûl in. Meral Akşener qewzegul  şand ji vê pêşangehê re. Hem qetil kirin hem jî qewzegul nayê şandin. Vekirina pêşangehê bi kilamên tirkî nayê kirin. Di serdemekê de ku axaftina kurdî tê qedexekirin û kurd tên kuştin ew tabût û li jêr pêlavan nayê pêşandan. Ev xiyanetê li dijî nirxên Gelê Kurd e. Heke hûn bîra vê civakê bixwazin bibînin herin Sûrê bibînin, herin Cizîrê bibînin. Gelên me hatin qetilkirin di bin jêrzemînan de hatin şewitandin. Ew nê pêşengeh e!"   Ciwanan piştî axaftina xwe tabûtab avêtin xwarê.   Protestoya ciwanan bi dirûşma " Amed, xwedî li bîra xwe derkeve" bi dawî bû.