Li Efrînê 2 jinên din jî hatin revandin 2021-10-19 13:45:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê ji aliyê paramiliterên girêdayî dewleta tirk ve 2 jinên din hatin revandin. Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji 2018'an heta niha 279 jin hatine revandin.    Piştî di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe şûnde aramî û ewlehiya li Efrînê bi dawî bûn û binpêkirina mafên mirovan bê navber didome. Komên girêdayî dewleta tirk ji 2018'an heta niha jinan direvînin. Li gor nûçeya ANHA'yê  di 17'ê Cotmehê de li gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê du jinên gund hatin revandin. Li gorî çavkaniyan, navê herdu jinên hatine revandin  Mizgîn (28), Sozan (33) in.    Niha nayê zanîn ku herdu jinên hatine revandin birine ku derê.